Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Nêzîkî 300 Alîgirên Esed Hatin Girtin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) roja Yekşemê ragihand ku desthilatdarên nû yên Sûrîyê di operasyona dijî alîgirên serokê berê Beşar Esed de, nêzî 300 kes girtine, ku di nav wan de sîxur, çekdarên alîgirên rejîmê, û leşkerên berê hene.

Ji dema ku serhildêrên bi pêşengîya koma Îslamî ya Heyat Tehrîr el-Şam (HTŞ) sê hefte berê Esed têk bir, û dawî li serwerîya malbatê ya zêdetir ji 50 salan anî, desthilatên nû li Sûrîyê hewlên xurtkirina kontrolê zêde kirine.

Hêzên ewlekarî yên rêveberîya nû roja Pêncşemê dijî milîs û milîtanên Esed dest bi operasyoneke berfireh kir.

"Di kêmtirî hefteyekê de, li Şamê û derdora wê, li Hums, Hema, Tartus, Laziqiyê û heta Dêra Zorê nêzî 300 kes hatin girtin." rêvebirê SOHR Ramî Ebdulrehman got.

Ajansa fermî ya nûçeyan ya Sûrîyê, SANA jî ragihand ku li parêzgehên Hemayê û Laziqiye "endamên milîtanên Esed" hatine girtin û di sergirtinan de çek û cebilxane hatine bi dest xistin.Lê ajansê di derbarê girtinan de ti jimar eşkere nekir.

Li gor SOHR, di nav kesên hatine girtin de, alîgirên rejîmê yên berê, çekdarên alîgirên Îranê û karmendên leşkerî yên payebilind yên ku bi kuştin û îşkencekirinê têne tawanbarkirin, hebûn.

"Operasyon didome, lê ti kesayetiyên navdar nehatine girtin" ji bilî General Mihemed Kanco Hesen, serokê berê yê dadwerîya leşkerî di bin desthilata Esed de, yê ku li gor ragihandinan biryara bi hezaran cezayên darvekirinan kiriye piştî darizandindên kurt li zindana Sêdnaya." Ebdulrehman got.

Ebdulrehman bal kişand ser vîdyoyên li ser medya civakî ku nîşan didin kesên çekdar li girtiyan dixin û heta darvekrinan jî pêk tînin.

HTS pêşengîya hevbendîyek komên serhildayên Îslamî kir ku ew di 8’ê Kanûnê de piştî êrîşeke 12 rojan ketin Şamê û Esed neçar ma ku bireve Rûsyayê.

Enes Xettab, serokê nû yê Îstixbarata Giştî ya Sûrî, soz da ku wê saziyên ewlekarîyê jinûve saz bike, û heriwha wê "bêdadmendî û zordestiya rejîma berê, ku ajansên wê gendelî çandin û êş û azar li xelkê kirin" ji holê rake.

XS
SM
MD
LG