Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêriya Sûrî: Ta Niha Bêhtirî 330 Hezar Kes li Sûriyê Hatine Kuştin


Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje bêhtirî 330,000 kes li Sûriyê hatina kuştin ji dema destpêkirina şerê navxweyî ve ku seyek ji wan sivîl in.

Çavdêriyê got wê mirina 331,765 kesan li seranserî Sûriyê belge kiriye, di nav de 99,617 sivîl in, rêvebirê Çavdêriyê Ramî Ebdulrehman ji ajansa France Press re ragihand û got ev jimar ên dema navbera 15 meha Adara sala 2011an û 15 Tîrmeha sala 2017an in.

Di nav kuştiyên Sivîl de 18,243 zarok bûn û 11,427 jin bûn, li gor Çavdêriyê.

Di raporta xwe ya herî dawî de, Çavdêriyê got 116,774 endamên hêzên rêjîmê yan piştgirên wê di şer de hatine kuştin.

Ji wan, 61,808 serbazên rêjîmê bûn û 1,408 endamên gurûpa Hizbullah a Libnanî bûn.

Herwiha 57,000 serhildêr hatin kuştin di nav de jî şervanên Hêzên Sûriya Demukrat.

Li gel wan, bêhtirî 58,000 Jîhadî ji Daiş û cubhet el-Nusra hatine Kuştin, di nav de jî şervanên wan ên biyanî, li gor Çavdêriyê.

XS
SM
MD
LG