Şandek ji parlemanterên Ereb ên payebilind roja Yekşemê li Şamê bi serokê Sûrî Beşar El Esed re hevdîtinke pêk anî, ev yek nîşaneke din a helbûna pêwendiyan e, piştî bêhtirî deh salan ji tenîzolebûna Esed ji ber şerê li Sûriyê.
Serokên civatên nûnerên Îraq, Urdun, Filistîn, Lîbya, Misir û Îmaratê û nûnerên Uman û Lubnanê jî di çarçoweya şandeke Yekitiya Parlementoya Erebî de çûne Sûriyê.
Li gorî ajansa nûçeyan a dewleta Sûriyê SANA, ew bi parlemanterên Sûriyê û bi Esed re civiyan.
Serokê parlemana Îraqê Mihemed Helbûsî got: "Em bêyî Sûriyê nikarin û Sûriye jî bêyî hawîrdora xwe ya Erebî, ya ku em hêvîdar in ku vegere nav, nikare."
Sûriye bi giranî ji cîhana erebî ya mayî hat îzolekirin piştî tepeserkirina kujer a Esed li dijî xwepêşandanên ku li dijî desthilata wî di sala 2011an de derketin.
Komkara Erebî di sala 2011an de endamtiya Sûriyê rawestand û gelek welatên Ereb nûnerên xwe ji Şamê vekişandin. Lê Esed sûdê ji piştevaniya dewletên Erebî werdigire piştî erdheja wêranker a 6ê Sibatê, ku tê de zêdetir ji 5,900 kes li seranserî wî welatî hatin kuştin, li gorî amarên NY û hikûmeta Sûriyê.
Di bexşkaran de Erebistana Siûdî û Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî hene, yên ku herduyan jî di salên destpêkê yên şerê Sûriyê de piştgirî dan serhildêrên opozisyonê li dijî Esed.
Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî cara yekem di 7ê Sibatê de bi rêya telefonê bi Esed re axivî û wezîrê derve yê Urdunê di 15ê Sibatê de yekem gera xwe bo Şamê kir.
Esad paşê di 20ê Sibatê de çû Omanê û bo cara yekê, piştî erdhejê ji Sûriyê derket. Di dema şer de ew kêm caran ji Sûriyê derket, tenê diçû hevalbendên nêzîk Rûsya û Îranê ku piştgiriya wan a leşkerî alîkariya wî kir ku berî şer biguhere.
Serdana Esed di sala 2022an de bo Îmarat yekem sefera wî bo dewleteke erebî bû ji destpêka şerê sala 2011an ve.
Çavkanî: Reuters