Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyona Ewlehîyê Li Kampa Holê Berdewam Dike


Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 25ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê ya bajarê Hesekê ragihand. Oprasyon di roja sêyemîn de li beşa yekemîn ya Îraqîyan dest pê kir.

Hêzên Ewlakrîya Hindirîn (Asaîyş)di daxyuyanîyekê de eşkere kir ku hêzên wan bi piştîvanîya HSD beşeke ji qonaxa yekê ku malbatên Daişê yên Îraqî lê dimîn in, lêgerîn pêk anî.

Di daxuyanîyê de hate gotin ku" hêzên me kar û kontrolkirina beşek ji qonaxa yekem a kampa Holê bi dawî kirin. Bi kişandina şopa tiliyan tekezî ser nasname û hejmara rûniştvanên wî beşî hat kirin."

Di roja duyem de hêzên ewlekarîya hindrîn dan zanîn ku wan 27 kes bi guman in ku alîgirên Daişê ne hatin girtin. Her wisa 5 tonel û xendeqên bin erid hatin kontirolkirin.

Berdevkê hêzên ewlekarîya hindrîn Elî Hesen di daxuyanîyeke taybet ji bo Dengê Amerîka da agahîyên oprasyonê tekez kirin, her wiha eşkere kir ku 33 kon ku Daişê weke cihên perwerdê bikartanî hatin rakirin.

Wî got:

"Encamên du rojên oprasyona aramî û mirovî de 27 çekdarên şaneyên Daişê hatin girtin, her wiha 5 tunel hatin dîtin, her wiha 33 konên ku Daişê weke cihên dewreyên şerî bikar dianîn hatin rakirin."

Hêjaye gotinê ye ku hêzên ewlekarîya hindrîn di daxuyanîya destpêkirina oprasyonê de di 25 vê mehê eşkere kir ku di heyama salekê de 44 kes ser destê şaneyên Daişê di nava kampê de hatin kuştin.

Li gorî zanîyaryan dê oprasyona bi 7 rojan hatîye destnîşan kirin

Oprasyona ewlehîyê li kampa Holê berdewam dike..wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:46 0:00

XS
SM
MD
LG