Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heft Rêxistinên Mirovî Karê Xwe li Kampa Holê Rawestand


Kampa Al-Hol
Kampa Al-Hol

Di roja 5an ya êrîşa Turkîyê ser herêmên Kurdên Sûrîyê de, heft rêxistinên mirovî ji ber topbaran balafirên Tirkiyê li ser kampa Holê û zêdebûna tûndîya jinên malpatên Daişê di nava kampê de, karê xwe rawestandin.

Li gorî wan rêxsitinên Komîta Navnetewî ya Rizgarkirinê (IRC), Mirovahî û Vehewandin (HI), Relife, Kuba, El-Yemame, Merkez el-Selam û Save The Children, ji ber nebûna jîngeheke ewle ya kar, û ji ber operasyonên leşkerî û armanckirina rasterast a Tirkiyê bo wan herêman, wan karê xwe rawestand.

Berpirsa hevgirtina rêxistinên civaka sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê, Evîn Şêxmûs, ji Dengê Amerîka re destnîşan kir ku karê mirovî di nava kampê de pir zehmet bû ye.

Wê got, "Rêxistinên mirovî li kampa Holê di wê metirsiyê de ne ku êrîşên Tirkiyê wan armanc bigirin, yan jî malbatên DAIŞê yên di nava kampê de ji tevliheviyê sûd bigirin û êrîşî karmendên wan bikin."

Şopîner bawer dikin ku vekişîna rêxistinên mirovî ji kampa Holê, dê barê Rêveberiya Xweser giran bike.

Şopîner Seed Delî got, "pêwîstiya kampê bi gelek alîkariyan heye, di demekê de ku herêm rastî êrîşan tê, ev yek dê bandorê li ser gihandina alîkariyan ji bo kampê bike."

Hêjayê bibîrxisitnê ye ku şeva 23ê Mijdarê, balafirên Tirkiyê Kampa Holê li rojhilatê bajarê Hesekê bombebaran kir, di encamê de 8 endamên parastinê yên hêzên ewlekariya hindirîn jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî HSDê, firokeyên Tirkiyê 3 caran kampa Holê ku bi deh hezaran malbatên çekdarên DAIŞê lê dimînin, topbaran kir, di encama de hejmarek ji malbatên DAIŞê reviyan, lê paşê ji aliyê hêzên ewlehî ve dîsa hatin girtin.

Şeva Înê HSD ragihand ku hejmarek zarokên Daişê yê temenê wan di navbera 14-16 salî de bi çekên sivik êrîşî hêzên ewlekarîya Kampê kir, di heman demê de hejmarek jin û zarok hewla revê dan lê rê li ber wan hat girtin.

XS
SM
MD
LG