Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bertîl û Windakirin li Sûrîyê di Rapora Rêxistina Lêbûrîna Navnetewî De


Rêxistina (AI) ya Lêbûrîna Navnetewî radigihîne ku, kiryarên girtin û windakirina kesan ji aliyê hikûmeta Sûrî de, bazarê dizîyê û bertîlstendinê xurt kirîye.

Weke rêxistin dide zanîn ku, bi dehan hezar kes her ji sala 2011 bê şopa wan bê zanîn hatine windakirin, bawerî heye ew kes di girtîgehên hikûmeta Sûrî de bin.

Malbatên girtîyan nikarin ti agehîyan liser kesûkarên xwe yên winda bistînin, ew nizanin kanê kesên wan yên winda di jiyanê de mane, mirî ne, yan jî li ciyekî nediyar hatine desteserkirin.

Riwangeha Sûrî ya çavdêriya mafê mirov, ya bingeha wê ya sereke, li London dimîne dibêje " bertîl stendin ji alê karbidestên hikûmeta Sûrî de, buye çavkaniya jiyanê û aboriya wan", rapora Amnesty International daxwaza sepandina briyara civaka ewlehiya netewên yekgrtî dike, ya ku, sala 2014 jibo bidawî anîna girtin û windakirina bi xûrtî li Sûriyê, hatbû dayin.

XS
SM
MD
LG