Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desteya Tendirustîyê li Bakurê Sûrîyê WHO Rexne Dike


Desteya Tenduristî
Desteya Tenduristî

Desteya Tendirustîyê ya Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê, mirina kesekî jiber tûşbûna bi vîrusa korona ragihand.

Desteyê bi daxuyanîyekê eşkere kir ku ew kes 53 salî ye, ji bajarê Hesekê ye, di 22 Adarê de bi vîrusê ketibû û derbazî nexweşxaneyeke taybet bûbû, piştre jibo nexweşxana niştîmanî li Qamişlo ku di bin kontrola rejîmê de ye hatibû şandin.

Dor bûyerê Hevserokê desteya tendirustîyê Dr. Ciwan Mustefa ev agahî bi me re parve kirin:

“Kesê mirî, pişknîna tûşbûna wî ya vîrusê li Şamê hatibû kirin, ku pozîtîv derketibû, û di 2 Nîsanê de jîyana xwe ji dest daye, lê şaxê Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanî (WHO) li Sûrîyê û wezareta tenduristîyê di hikûmeta Sûrî de ew ranegihandiye û Rêvebirîya Xwesr jî agahdar nekirine”.

Dor çawa haya wan ji vû bûyerê çêbûye û çima dereng, Dr. Mustefa got: “Ofîsa WHO ya Rojhilata Navîn ku li Qahîra ye hevrêzkarê rêxistinan bi vê bûyera mirinê agahdar kirine, wî jî Rêvebirîya Xweser haydar kiriye”.

Daxuyanîyê Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanî (WHO) tewanbar kir ku wan desteya tendirustîyê tavlê bi tûşbûnê û mirina wî kesê han agahdar nekirine, tevî zanebûna wan ku desthilata Sûrî bi rêvebirîya xweser re nabe alîkar.

Di vê derbarê de Dr. Mustefa guman û gazinên xwe wiha şîrove kirin: “Di civîneke hevbeş de berpirsê WHO li Qahîre ev bûyer ragihandiye, lê nûnerê rêxistinê li Sûrîyê dibêje haya wan jê tune ye, loma metirsî zêde ye ku bawerî bi wan tê şikandin û karê wan berguman e.”

Mustefa dîyar kir eger heye kesên din bi vîrusê ketibin, çimkî ragihandina bûyera navborî dereng çêbûye, herwiha hikûmeta Sûrî ne alîkar e, lê berûvajî di şandina rêwîyan bi rêya balafirgeha Qamişlo de berdewam e tevî qedexeya çûnûhatinê,

Wî got ku belavbûna vîrusê metirsîya herî mezin e, loma divê tedbîrên zêde bên girtin.

“Pêwîst e em tedbîrên tûj bigrin, konrtola qedexeya çûnûhatinê zêde bê kirin, malbata wî kesê mirî pişknîn bikin û pêwîst bike têxin karantînê, divê kesên pêre peywendî kiribûn werin zanîn, çimkî pêkan e vîrus veguherî be wan”.

Hêjayî gotinê ye ku Rêvebiriya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ji 23 Adarê de qedexeya çûn û hatinê ragihandiye, herwiha gelk tedbîrên din jibo rêgirtin li belavbûna vîrusa korona standine, ku berî mirina vî kesî çend şubhetin tûşbûnê li Dirbisîyê, Qamişlo û Şehba hebûn, lê encama pişknînê neyînî bû anku ne korona bû.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG