Tirkîyê ji dema destdanîna ser Efrînê de sala 2018an, bi dehan navend û bingehên leşkerî li herêmê ava kirine.
Çavkanîyên ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirkiyê dixwze bingeheke leşkerî ya nû li navçeye Recoyê ava bike.
Girêdayî mijarê Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) dîyar kir ku, serbazên artêşa Tirk şandine pey çend rûniştvanên Kurd li navçeya Reco û ji wan xwestine ku dest ji zevîyên xwe berdin, bi mebesta avakirina bigeheke leşkerî li ser wan zevîyan.
Partîya Yekîtîya Demokratîk ya Kurd li Sûrîyê di raporta xwe ya heftane de, da zanîn ku, zevîyên artêşa Tirkiyê dixwaze bingehekê li ser ava bike bi 300 darên zeytûnê çandî ne û arzîya wan ya Îzet Diwîko û Omer Nesan yên ji gundê Etmana ye.
Li gor çavkanîyên Dengê Amerîka, Tirkîyê li her bilindiyeke çiyayî li Efrînê bingehek ava kiriye, weke Çiyayê Gir li Bilbilê, Çiyayê Parsa li Qestel Cindo, Girê Radyoyê li Şîyê û Girê Cindirêsê.
Herwiha hin gund bi temamî ji xelkê wan vala kirine û veguherandine bingehên leşkerî, weke gundê Çê li Çiyayê Hawarê li Reco û gundê Cilbirê li Çiyayê Lêlûn li Şêrewa.
Heman çavkanî dîyar dikin ku deverên ev bingeh lê hatine ava kirin stratejîk in, ku cihê wan bilind e û serwerîya xwe li derdorê heye, herwiha li her bingehekê bi dehan leşkerên Tirkiyê dimînin û çekên giran weke tank û topavêj hatine bicih kirin, herwiha senger û çeper jî hatine çêkirin.
Sîyasetvan û nivîskarê Kurd Selah Elemdarî derbara armanca Tirkîyê ji avakirina bingehên leşkerî li Efrînê got ku: “Tirkîyê dixwaze bi van navend û bingehên leşkerî li Efrînê bazarê bike, çi ligel Rûsya, Îran yan rejîma Sûrî”.
Elemdarî bawerîya xwe wiha şîrove kir: “Eger ji Tirkîyê hat xwestin ku ji Sûrîyê vekişe, ewê bixwazibe tiştên din li beramberê bistîne, loma ewê van navend û bingehên leşkerî weke dêfacto di çi danûstandin yan peymana bi Şamê re bikar bîne, weke peymana Edeneyê”.
Elmedarî li ser siberoja van bingehan bi guman e ku, Tirkîyê tişta li herêma Kurdistana Îraqê dike li Efrîn û Sûrîyê dubare bike, ku artêşa Tirk gelek caran derbazî nava herêma Kurdistanê bû û vekişiya, lê bingehên wê yên leşkerî man.
Elemdarî hişyarî ji vê plana Tirkiyê da ku divê neçe serî: “Mandina navend û bingehên leşkerî yên Tirkî li Efrînê metirsîyeke mezin li ser siberoja herêmê çêdike û ne aramîyê peyda dike, tu hebûna Tirkan di nava me de weke Kurd û Sûrî tune ye, cihê wan di hundirê sînorê wan de ye”.
Hêjayî gotinê ye ku tevî bingehên leşkerî yên artêşa Tirkiyê, gelek navendên polîs û saloxgerîya wê jî li herêma Efrînê hene, ku piranîya van navendan berê avahîyên dibistan yan sazîyên fermi bûn.
Çalakvanên Kurd îdîa dikin ku Tirkîyê li van bingeh û navendan her liv û tevgera komên çekdar bi rê ve dibe, loma Tirkîyê di partîk de li herêmê serdest e û ji her kiryara ku li ser erdê diqewime pirsyar e.