Dar û daristanên herêma Efrînê ji çar sal û nîvan de rastî jinavbirinê tên, ku komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve daran qutdikin, dişwetînin û hildikin.
Di vê derbarê de, Kargêrîya Jîngehê di Rêvebirîyê Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê de, daxuyenîyek da bîra giştî.
Di daxuyanîyê de bal li zerara ku gihaştîye xwezaya Efrînê hat kişandin, kiryarên komên çekdar derheqê dar û daristanên Efrînê de hatin şermezar kirin, herwiha hat xwestin ku rêxistinên cîhanî yên parastina jîngehê destêwerdanê bikin.
Ji bo pirtir zanyarî ser rewşa xweza û daran li Efrînê endezyarê çandinî Selah Îbo ji Dengê Amerîka re axivî.
Îbo ev agahî parve kirin: “Ji sedî 50yê xwezaya Efrînê zerar dîtiye, çi ji ber qutkirin û şewtandinê yan çêrandina bêserûber ji sewalan re, ev kiryar plankirî ye ji alîyê Tirkîyê ve, ku ditirse daristan jibo şerê li dijî wê werin bikar anîn”.
Her di vê derbarê de Îbo dîyar kir ku qutkirin, şewtandin û hilkirina daran li pêş çavên serdestên Tirk li Efrînê pêk tê, ku herî dawî li daristana bendava Meydankê bi hezaran dar hatin birîn.
Herwiha wî bal kişande ser qutkirina daristanan jibo avakirina komgehan û wiha dewam kir:
”Avakirina komgehan li ser erdê ku daristan jê hatine birîn û şewtandin pêk tê, weke li Çiyayê Hec Hesna, gundê Meydankê, gundê Xalta û çend cihên din li Çiyayê Lêlûn, ew cih hemû daristanên xwezayî bûn, hatin rakirin û komgeh lê tên ava kirin jibo bi cihkirina xelkê ji derve anîne herêmê”.
Îbo ku di serdema Rêvebirîya Xweser de li Efrînê yek ji berpirsên Desteya Çandinîyê bû da zanîn ku darên biber jêdera sereke ya aborîya gelê Efrînê ye, loma qutkirina daran zerareke mezin dighîne pêjîyana wan.
Îbo hişyarî da ku bandorên van kiryaran li ser hewaya herêmê dê hebe û wiha pêde çû:
“Tê zanîn ku têkilîya gelê Efrînê bi dar û xwezayê re dilsoz e, lê tersî wê ev kesên ji derve û li herêmê hatine bi cih kirin tu têkilîya wan bi xwezayê re nine, tenê dixwazin talan bikin, loma kiryarîn wan yên têkder zerarê dihjêje ne tenê hewa û xwezaya Efrînê lê Sûrîyê û deverê tevahî”.
Hêjayî gotinê ye ku herêma Çiyayê Kurmênc anku Efrînê bi şênkahîya xwe dihat naskirin, ku pirtir ji18 milyon darên zeytûnê lê hebûn, herwiha çend milyon darên fêkîyan, li kêleka wan daristanên xwezayî û yên çêkirî jî li ser rûbereke fireh ku bi qasî 50 hezar hektar hebûn.
Lê ev bihuşta kesk ji çend salan de li ser destê komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve têk diçe û şûna wan vediguhere çolistan.