Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êzdîyên Efrînê Tirkîyê bi Piştevanîya HTŞ Tawanbar Dikin


Yekîtîya Êzdîyên Efrînê û Yekîtîya Jinên Êzdî yên Rojava daxuyanîyeke hevbeş derbarê derbazbûna Heyet Tehrîr El-Şam(HTŞ) anku Cebhet El-Nusra jibo herêma Efrînê, dan bîra giştî.

Daxuyanîyê Tirkîye tawanbar kir ku rê daye HTŞ bikeve Efrînê, bi armanca pêkanîna berjewendîyên xwe.

Di vê mijarê de rêvebirê Yekîtîya Êzdîyên Efrînê Mustefa Nebo bal kişande ser metirsîyên li ser civaka Êzîdî ku tiştê DAIŞê li Şengalê kir, dîsa li Efînê dubare dibe: “Tiştê DAIŞê kir, dîsa tînin serê Êzdîyan li Efrînê, ferzkirina ola îslamê û cilên reş li wan, herwiha qedexekirina resm û teqsên ola Êzdî ku weke gawir bi nav dikin”.

Herwiha Nebo got: “Tiştê li Efrînê diqewime, planeke ji alîyê Tirkîyê ye û bi destê komên çekdar û Cebhet El-Nusra tê kirin, ku Tirkîyê dixwaze Kurdan û bi taybetî civaka Êzdî di komkujîyan re derbaz bike”.

Daxuyanîya Yekîtîya Êzdîyên Efrînê û Yekîtîya Jinên Êzdî yên Rojava herwiha bang li civaka navneteweyî kir ku bi rola xwe rabe û fişarê li Tirkîyê bike jibo binpêkirinên li Efrînê diqewimin û bi atyebt li dijî civaka Êzdî, rawestîne.

Di vê derbarê de rêvebira Yekîtîya Jinên Êzdî yên Rojava Sûad Hiso dîyar kir ku: “Tu cudahî di navbera HTŞ û komên çekdar yên din de tune ye, ku ji dema destdanîna Tirkîyê ser Efrînê Êzdî rastî binpêkirinan tên, ku hemû mezargeh û cihên pîroz hatin rûxandin û talan kirin, herwiha rêweresmên olî jî hatin qedexe kirin”.

Hiso herwiha hişyarî da ku bi ketina HTŞ ya Efrînê rewşa Êzdîyan hîn aloztir dibe: “Civaka me ya Êzdî di êşekî mezin re derbaz bû, niha jî bi ketina HTŞ ya Efrînê, ku rêxistineke radîkal e, tu mafê me namîne, metirsî jî zêde dibe, ku ji ola xwe, nasnameya xwe û Kurdîtîya xwe tên qutkirin”.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku 22 gundên civaka Êzdî li Efrînê hene, çalakvanên Êzdî dibêjin ku piranîya xelkê wan piştî destdanîna Tirkîyê li ser herêmê di sala 2018an de, derbider bûne, herwiha kesên mayî jêr gefê de ne, ku mizgef li gundên Êzdî tên ava kirin û ola Îslamê li wan tê sepandin.

Herwiha derbazbûna HTŞ ku baskê rêxistina El-Qaîdê li Sûrîyê ye jibo Efrînê xembarî û tirsa Kurdên Êzdî zêde kiriye, ku rewşa wan hîn xirabtir bibe.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG