Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Annan: Rejîma Sûrî Plana Aştîyê Qebul Kir


Nûnerê civaka navneteweyî bo aştîyê Kofî Annan dibêje ku rejîma Sûrî plana wî bo bi dawî anîna tundûtûjîyan li Sûrîyê qebul kir.

Peyvdarê birêz Annan roja Sêşemê got ku Şamê nameyek bo sekretêrê berê yê Neteweyên Yekgirtî şand û razîbûna xwe bi plana wî ragihand.

Her roja Sêşemê, birêz Annan bi Serokwezîrê Çînê Wen Jiabao re kom bû û hikûmeta Çînê piştgîrîya xwe bo plana birêz Annan ragihand.

Li gor plana Annan, pêdivîye hêzên hikûmetê û serhildayên Sûrî agirbestê rabigihînin û dîyalogê encam bidin.

XS
SM
MD
LG