Di 15'ê Adara sala 2011'an de, bizava gelêrî li Sûrîyê li hemberî desthilatê destpê kiribû, lê pir dem neçû berî ku ev bizav veguhere şerekî navxweyî di navber rejîm û opozisyonê de.
Ji wê demê de anku ji 13 salan de Sûrîye ketiye alozîyeke berdewam, ku her çiqas Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara 2254 sala 2015 derbara alozîyê de derxistibû, lê çareserîya sîyasî hîn pêk nehatihye.
Her sê welatên destwerdan li Sûrîyê kirine, Îran, Rûsya û Tirkîye pêvajoyekê bi navê Astana dimeşînin, ku ji dema destpêka vê pêvajoyê de sala 2017an, guhertinên mezin li ser erdê di nexşeya meydanî û kontrolê de çêbûne.
Herwiha danûstandinên di navbera rejîm û opozisyonê de û civînên jibo danîna destûrekî nû, ku 8 gerên van civînan hatine lidar xistin, bê encam mane.
Tevî vebûna welatên Ereb bi ser hikûmeta Şamê û hewldanên asayîkirina peywendîyan bi însiyatîfa gav bi gav, hîn jî dosyayên weke, penaber, girtî û hindabûyî, herwiha krîza aborî, mijarên nakok in û bê çareserî ne.
Nexşeya Sûrîyê weke dêfakto, li ser 3 herêmên kontrolê hatiye dabeş kirin, di bin destê Hikûmeta Sûrî, opozisyona girêdayî Tirkîyê û Rêvebirîya Xweser bi serkêşîya Kurdan de, ku hin herêmên Kurdî jî weke Efrîn û Serêkanîyê ji alîyê Tirkîyê ve hatine dagîr kirin.
Alozîya Sûrî ku 13 sal li pey xwe hiştiye û bûye girêkeke pir alî, ku asoyên çareserîya wê ne dîyar in, herwiha rewş û siberoja herêmên Kurdî di çarçoveya vê alozîyê de, di Mijara Rojê de ligel du mêvanan tê gotûbêj kirin, ew jî:
Rustem Mehmûd, nivîskar û şîrovekar sîyasî, herwiha, Şivan Îbrahîm nivîskar û lêkoler.
Jibo guhdarkirina tevahîya bernameyê kerama xwe fayla deng vekin.