Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer û Pevçûn li Helebê Berdewam in


Şer û pevçûn li navbera serhildayên Sûrîyê û rejîma Beşar El Esed li bajarê Helebê berdewam in.

Li gor komela Sûrî ya Çavêdrîya Mafên Mirovan, bi kêmî ve pênc kes li pevçûnên roja Yekşemê li wî bajarî hatin kuştin. Wê komelê herwiha ragihand ku hejmareka xanîyan li Helebê hatin wêrankirin.

Ajansa nûçeyan ya ser bi rejîma Sûrî ragihand ku hêzên hikûmetê “operasyoneke serkeftî” li rojavaya Helebê li dijî “komelên teroristî” encam da, li gorî ragihandina wê ajansê. SANA ragihand ku hejmareka serhildayan di wê operasyonê de hatin kuştin.

Heleb mezintirîn bajar û patexta bazirganî ya Sûrîyê ye.
XS
SM
MD
LG