Ji ber rewşa metirsîdar li herêmên kurdî li sûriyê, gellek ji rêxistin û saziyên navnetewî ji wir derketine û nûçegîhanên ajansên ragîhdinê ji Tirkiyê rewşê dişopînin û nûçeyan belav dikin, bê ku agahiyan ji navçeyên şer wergirin. Gelo rewşa kurdên sûriyê di medya Ispanî de çawa tê nirxandin?
Dengê Amerîka Hevpyvînek bi rojnamevan Emîna Hisên re kir, ku li Berşelona , Ispaniya dijî û kar dike, di derbarî nerîn û helwesta medyaya û ragîhdninê li ser bûyrên şer û êrîşên Tirkiyê li herêmên kurdî li Sûriyê.
Rojnamevan Emîna ku ji demek nêzîk ve ji Qamişlo vegeriyaye dibêje: "Ragîhnadina Ispanî bi awayekî neyînî rewşa şer li Rojava dinerxîne, û bi helwesta Tirkiyê re ye."
Herwiha jî , wê anî ziman ku rewşa mirovahî li herêma kurdî li Sûriyê pirr zor û dijwar e, ji ber kes alîkariya xelkên sivîl nakin, û ragîhandin jî bi zelalî behsa wê yekê nake.