Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûrîyê % 91 Gel di Bin Xizanîyê de Dijî


Displaced Syrians
Displaced Syrians

Rêxistina Tîma Tîma Koordînatorên Bersia lezgîn Sûrîya" raporek derbarê têkçûnên mirovî û zîyanên ji ber Şerê navxwîyê yê Sûrîyê belav kir.

Di raporta rêxistinê de hate eşkerekirin ku nêzîkî (3 )mîlyon Sûrî gihiştine asta bircîbûnê, her wiha ji % (91 )di jêr asta xêza xêzanîyê de dejîn.

Her wiha li gorî serjmarên di raportêde hatine dîyar kirin (6,9) mîlyon Sûrî du hundirê Sûrîyê de derbider bûne.

Rewşa bakur û rojhilata Sûrîyê ji rewşa giştî ya li Sûrîyê ne cûdaye tevî hewlên geşebêdanê ji alîyê Rêvebrîya vê herêmê, lê berpirsên deverê dîyar dikin ku gelek astengî hene li pêş geşkirna rewşa mirovî dibin asteng.

Rêvebirê Ofîsa Rêxistinan û Karûbarên Penaberan Şêxmûs Ahmed dibêje:

''Jiber şerê navxweyî yê Sûrîyê nêzî 900 000 mirov penaberî herêmên bakur û rojhilata Sûrîyê bûn, ji bilî derbiderên ku ji ber êrîşên Turkîyê revîyane û niha li kampên bakur û rojhilata Sûrîyê hatine bi cihkirin''.

Di berdewamîya axaftina xwe de birêz Ahmed balê dikşîne ser rewşa mirovî ya derbideran û tekez dike ku girtina dergehê Tilkoçer ê diwarê mirovî de bandorê li ser rewşa herêmê bi tevayî dike.

Ew dibêje:

''Karînên rêvebrîya xweser bermaberî vê rewşa mirovî ya xerab pir lawaz e, pêwîst e destwerdaneke navdewletî derbarî vê rewşê hebe''.

Hêjaye gotinêye ku amarên ji alîyê Rêxistina Tîma"Koordînatorên Bersivdana ûrîya" hatine dîyar kirin ji dîroka 2011an ve û heya dawîya sala 2021an hatine berhevkirin.

Amarên hatine dîyar kirin jî evin:

- Di encama şerê 11salan li Sûrîyê (13) mîlyon kes koçber in û derbider in.

- (1,8) mîlyon sivîl birîndarin ku ji wan (232) hezar xwedî pêdivîyên taybetin.

- (1,9) mîlyon Sûrî li kampan dijîn.

- Têkçûnên lîreya Sûrî ji bêtirî 98 caran ji nirxê xwe bilindtir bû ji destpêka sala2011an ve.

- Buhayên madeyên sereke 140 duqat zêde bûn.

Hêjaye bibîrxistinêye ku Komîserîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî UNHCR di daxuyanîyeke xwe de ku bi buneya 11emîn salavegera şerê navxweyî li Sûrîyê belav kir bû ragihand ku:

''Tevî ku Sûrîyê ji% 46 ji bişgirya diravî ya sala 2021an, wergirtîye lê ew dimîne yek ji mezintirîn cihê pêwist bi destwerdanê mirovî li cîhanê, ligel ku di sala borî de her meh alîkarî ji bo (6.8) mîlyon kes re dihat şandin''.

ZO_03_28_2022_Xizanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:32 0:00
XS
SM
MD
LG