Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjî û Alozîya Navbera Amerîka û Rûsya li Esmanê Sûrîyê Zêde Dibin


Ji Adara vê salê ve Amerîka û Rûsya hev du bi binpêkirinên ewlehîya firînan li esmanê Sûrîyê tawanbar dikin.

Amerîka dibêje ku firokên Rûsyayê karê wan û koalisyonê dijî DAIŞê asteng dike. Bi taybetî li esmanê rojhilata Sûrîyê.

Alexus G. Grynkewich, Fermandarê Hêzên Esmanî yên Navendî yên Amerîkî li Rojhilata Navîn, roja Sêşema borî di daxuyanîyekê de got ku firokeyeke şerker ya Rûsî vê dawîyê bi awayekî metirsîdar nêzîkî droneke MQ-9 ya Amerîkî li esmanê Sûrîyê bûye û acizî jê re çê kirîye.

Rûsya jî Amerîka bi wê yekê tawanbar dike ku ew firokên xwe li firokên Rûsî radikşîne, û balefirên wan xwe didin alî.

HSD Navbera Her Du Alîyan

Li bakur û rojhilata Sûrîyê, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku hevpara Amerîka di şerê Dijî Daişê de ye, di heman demê de hevkarîya meydanî li gel hêzên Rûsî dike, neçar e bi her du alîyan re hemahengîyê bike.

HSD dibêje ku heta niha hevkarîya wan ya cuda bi hêzên koalisyonê û Rûsyayê re di asta normal de ye.

Ferhad Şamî, berpirsê ragihandina HSD, ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku hemahengîya wan bi hêzên navnnetweyî re jibo kêmkirina girjî û alozîyan berdewam e.

"Xebatan me yên meydanî yên di navbera alîyên navdewletî de di asteke bilind de di şerê li dijî şaneyên DAIŞê de, parastina ewlehî û aramîyê li herêmên Bakur û Rojhilata Sûrîyê û nehiştina alozîyê berdewam dikin."

‘Armanc Derxistina Amerîka’

Karbidestekî payebilind yê Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon)ê vê mehê ji rojmanevanan re got ku "Amerîka li çend bijareyên leşkerî digere jibo rûbirûbûna ‘destdirêjîya Rûsya ya zêde’ li esmanê Sûrîyê, ku destpêka vê mehê hewlên armanckirina rêberekî DAIŞê aloz kiribû."

Li gor Pentagonê, hevkarîya Rûsîya ligel Îranê li paş tevgera esmanî ya Rûsyayê ye. Armanc jî zêdekirina givaştinê ser Amerîka ye ku ji Sûrîyê vekişe.

Kurdên Sûrîyê bawer dikin ku wê Rûsya û Îranê bandorek neyênî hebe, li ser şerê koalisyonê dijî DAIŞê li nav Sûrîyê.

Çavdêrê sîyasî Dilbirîn Xelo dibêje ku şerê Ukranyayê bandorê li tevgera hêzên navnetweyî li Sûrîyê dike.

"Wê alozî di navbera Rûsya û Amerîka de zêde bibin," wî ji Dengê Amerîka re got.

Çavdêr dibêjin, Kurdên Sûrîyê û HSD hewl didin ku vê alozîyê kêm bikin.

XS
SM
MD
LG