7 malbatan koçberên Sûrî yên ku ji Lubnanê derketibûn, roja Sêşemê 25ê Gulanê giheştin bakur û rojhilata Sûrîyê.
Malbatan ku ji derdora 50 kesî pêk tên, di nav de jin û zarok, li kampa Hikûmîyê ya li gundewarê bakurê Reqayê bi cih bûn.
Pirnaîya wan ji Girêsipî û gundewarê wê ne, ku ji distpêka krîza Sûrîyê ve koçberî Lubnanê bibûn.
Li gorî koçberan, ew bi darê zorê ji Lubnanê hatine derxistin û gelek zehmetî dîtine heya ku gihaştine deverên ewle li bakur û rojhilata Sûrîyê.
Hebeş El-Şêx, ku bavê 9 zarokan e, dibêje ku hêzên Lubnanî girtin ser wan û ew ji kampê derxistin.
"Artêşa Lubnanê goty ku divê hun derkevin, min got niha me hazirîya xwe nekirîye, lê em derxistin bêyî ku em tiştekî xwe rakin, em bê pere û bê xwarin derketin."
Li alîyekî din, Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîye ji bo pêşwazîkirina penaberên li Lubnanê bi daxuyanîyekê ragihandibû ku ew amade ne penaberan pêşwazî bikin û destekê bidin wan.
Di sala 2022an de, Lubnanê biryar da ku her meh 15,000 Sûrî vegerîne Sûrîyê, di payîza heman salê de dest bi vegerandina karwanê yekem kir, ku tê de zêdetirî 100 malbat bi rêya sê derîyên sînorî yên bejayî bi Sûrîyê re hatin dersînorkirin.
Hesen Hisnî ku deh sal li Lubnanê qedandine, dibêje ku li vê derê aramî heye û xelkê deverê alîkarîya wan kirîye, lê hîn pêwîstîya wan bi xwarin û alîkarîyê heye.
"Zarok bê şîv radikevin û nan namîne, hemû malbat di konekî biçûk de dijîn, rewşa me ne gelekî baş e."
Rêvebirîya Xweser daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku alîkarî û garantîyan pêşkêş bike, û daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku rola xwe ya berpirs bilîze ji bo vekirina korîdora mirovî di navbera Lubnan û navçeyên wê de ji bo hêsankirina vegera penaberan.
Serokê karûbarê koçber û Penaberan li Rêvebirîya Xweser bi daxuyanîyek ji bo ragihandina nêzîkî Rêvebirîya Xweser de got:
"Ofîsa Kampan û Karûbarên Mirovî di Encûmena Sivîl a Reqayê de dê li gorî şîyanên xwe alîkarîya wan bike, û eger hejmar zêde bibe dê Rêvebirîya Xweser neçar bibe kampekê ji bo penaberên ku ji Lubnanê vedigerin veke."
Li gorî amarên fermLubnanê, zêdeyî 2 milyon sûrî li Lubnanê dijîn, piranîya wan bê belgeyên fermî ne, lê li gorî NY tenê 840.000 Sûrî li Lubnanê wek koçber tomarkirî ne, her wiha 3100 kampên belawela li bakurê Lubnanê hene.