Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lubnan Dibêje Êrîşên Îsraîlê 19 Penaberên Sûrî Kuştine


Wezareta Saxlemî ya Lubnanê îro Pêncşemê ragihand ku bi êrîşên Îsraîlê 19 penaberên Sûrî li rojhilata bakurê welêt hatine kuştin.

Wezareta Saxlemî dîyar kir ku bi êrîşên Îsraîlê avahîya ku penaberên karker lê diman hilweşîye û ew mirine.

Li gor ragihandina wezaretê bi hilweşîna avahîyê hemwelatîyekî Lubnanê jî canê xwe ji dest daye.

Ajansa Nûçeyan ya Neteweyî ya Lubnanê jî berê ji zarê Bajarvanê Younine dabû zanîn ku ji binê enqazê 23 hemwelatîyên Sûrî hatine derxistin.

Wezareta Saxlemî îro Pêncşemê dîyar kir ku li başûrê Beyrutê jî bi êrîşên Îsraîlê du kes mirine û 15 kes jî birîdnar bûne.

Hizbulahê do Çarşemê bi dehan roket firandibûn Îsraîlê û karbidestên Îsraîlî jî dîyar kiribû ku ew dikarin dest bi operasyoneke bejayî bikin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG