Tevî berdewamîya şerê Îsraîl û Hamasê li Gazayê û yê Îsraîl û Hizbullah li Lubnanê, êrîşên artêşa Îsraîlê vê dawîyê li Sûrîyê jî zêde bûne, bi taybetî li Şama paytext û deverên sînorî yên navbera Sûrîyê û Lubnanê.
Hin çavdêr dîyar dikin ku bi gurbûna şerê li Lubnanê re, pêkan e rejîma Sûrî êdî nikanibe xwe ji "yekbûna qadan" ya welat û bizavên "tewera berxwedanê" ya girêdayî Îranê, dûr bihêle û pêkan e ku şer derbazî nava Sûrîyê bibe.
Zeyd Misto, sernivîserê beşa Erebî ya malpera Iran Wire dibêje ku du şepêl di nava rejîma Sûrî de hene, ya yekê girêdayî Îranê ye û pê re alîkar e û ya din nêzîkî Rûsya û welatên Ereb e.
"Her ku Îsraîlê Hizbullah û baskên Îranê li herêmê asteng kirin, rejîma Sûrî wê neçarî sitandina helwesteke hişktir li hember Îranê bibe. Tehran ji rejîmê dixwaze ku bibe pirek û belavkarê çekên li ser komên Îranî li Sûrîyê û Lubnanê. Lê, ji alîyê sîyasî ve, Tehran ji pêgeha rejîma Sûrî haydar e û ti helwesteke zelal derbarê tewera berxwedanê ji wê naxwaze," Mistu got.
Cîhê balkişandinê ye ku di çend rojên borî de du karbidestên Îranî, Elî Larîcanî şêwirmendê rêberê olî Ayatullah Elî Xameneyî û wezîrê berevanîyê yê Îranê Ezîz Nesîrzada serdana Şamê kiribûn û ligel serokê Sûrîyê Beşar Esad civîbûn.
Ev serdan di demekê de tên ku karbidestên Îsraîlî gef li rejîma Sûrî xwaribûn ku rêya piştgirîya Îranê ji Hizbullah re bigire. Loma Îran ji vê yekê bi guman e ku Şam dixwaze xwe ji "yekbûna qadan" dûr bixe.
Herwiha, li gor hin raportên çapemenîyê artêşa Îsraîlê li ser sînorê bi Sûrîyê re dest bi çêkirina senger û çeperan kiriye.
Endamê Desteya Rêvebir ya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Raman Reşvanî dibîne ku eger Îsraîl bi êrîşên ezmanî li Sûrîyê nikanibe armancên xwe pêk bîne, wê demê pêkan e bejahî derbazî nav axa Sûrîyê bibe.
"Heta ji rejîma Sûrî bê û di bin zextên Rûsî û welatên Erebî de herwiha gefên Amerîkî wê xwe ji yekbûna qadan dûr bixe. Herwiha eger şer çêbe, Îsraîl wê erdê Sûrîyê dagir bike, koçberî wê çêbe û rewşa sîyasî pirtir li hev bikeve, belkî welatên din yên weke Tirkîyê, ku bibîne rewş aloz dibe, hin herêman ku çavên wê li ser e, dagir bike," Reşvanî got.
Di nava vê girjîyê de, çav li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê li wê yekê ye ku çi bandor wê li vê herêmê hebin ku çend bingehên Amerîkî lê hene, û car caran ji alîyê mîlîsên bi ser Îranê ve tên armacgirtin.
Lê mijara pirtir bûye cîhê xeman ew e ku Tirkîyê careke din gefa operasyonên leşkerî li dijî deverên Kurdan li Sûrîyê dixwe.
Rêvebirê Platforma Defacto ya Dîyalogê, Şêrwan Yûsiv dibêje ku di nava guhertinên ku li Rojhilata Navîn çêdibin de, Tirkîyê jibo xwe li cîhekî digere, çimkî bi şerê li Gaza û Lubnanê re êdî her tişt bi Îranê ve hatiye girêdan.
Yûsiv dûr dibîne ku Tirkîyê di vê demê de bikanibe operasyonekê li dijî bakurê Sûrîyê pêk bîne.
"Şerekî gelek mezin û giran li Rojhilata Navîn çêdibe. Cîhê Tirkîyê jî di vî şerî de tuneye. Îran û Îsraîl serkêşîya şer dikin û Amerîka û Rûsya rêvebirîya vî şerî dikin, lê cîhê Tirkîyê tê de tuneye, jiber vê yekê ew daxuyanîyên gelek nakok û dij hev dide û hema li serketineke belaş di nava vê tevlihevîya Rojhilata Navîn de digere," Yûsiv got.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Îran ji destpêka şerê li Sûrîyê sala 2011an vir ve destêwerdan jibo piştgirîya hikûmeta Beşar Esad li hember opozisyona Sunî kiribû.
Li gor zanyarîyan rol û hebûna leşkerî ya Îranê bi rêya hêza Pasdaran û mîlîşyên pêve girêdayî û di nav de Hizbullah, li seranserî nexşeya bin destê rejîma Sûrî, anku li hêla navîn, rojava û başûrê Sûrîyê, berfireh e û li sedan bingeh û xalên leşkerî bi cîh bûne.