Jiber dorpêça rejîma Sûrî alozî û pirsgirêkên jîyanî li penageha Şehba bi hatine demsala havînê re dîsa zêde dibin.
Zeyneb Henan ya 49 salî derbidereke Efrînî ye li kampê dimîne. Ew bi xem û fikar e ku av û elketrîk pir hindik peyda dibe.
“Em derbazî demsala havînê dibin, çawa di sermaya zivistanê de şewit peyda nedibû û me soba bi kar netanî, niha jî germa havînê çavê me şikandiye, ne sarinc û ne perwane kar dikin”.
Henan gazincan dike ku rojê du saet ceyran jîtana wan pir çêtin dike. “Ezê kincan bişom, lê betarîyan dagirim lê çi bikim, di du saetên şevê de ceyran tê û piştre dîsa dikevin tarîyê, peyalek ava hênik li me bûye hesret”.
Dorpêça girankirî ya rejîma Sûrî ji payîza sala par ve li ser herêma Şehba dînaye, rê li ber Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê girtiye ku bikanibe pêdivîyên serekî yên wek şewit, ard û derman derbazî herêmê bike.
Cîgirê hevserokê Kantona Efrînê Cemal Reşîd dîyar kir ku dorpêçê bandoreke neyînî û mezin li ser herêmê kiriye û ger ku şewit derbazî herêmê nebe du rojên din jeneratorên elketrîkê wê bi giştî bisekinin.
“Gelek beşên jîyanê bi qutbûna şewitê tevizîne û rewşa xizmetkarîyan lawaz bûye, loma pirsgirêk di derxistin û belavkirina avê de û di karê nanpêjgehan de derdikevin. Jeneratorên elketrîkê kêm tên xebtandin ku ceyran jî rojê tenê du saet tê dayîn.”
Reşîd dîyar kir ku dorpêça rejîmê berdewam e û carcaran hişktir dibe. “Rêvebirî bi rêya hin bazirgan yan bi dayîna baceke zêde jibo rêbendên hêzên rejîmê, dikanîbû pêdivîyan peyda bike, lê vê dawîyê rê li ber vê çareserîya alternatîv jî tê girtin. Firqeya 4ê ya artêşa rejîmê rê nade derbazbûna ti karwanan”.
Hêjayî bîrxistinê ye ku li 5 kamp û 40 gundên herêma Şehba herwiha çend gundên nahîya Şêrewa ya Efrînê ku derveyî dagîrkerîya Tirkîyê ne, bi qasî 200 hezar rûniştvan dijîn.
Rêvebirîya Xweser ya Kantona Efrînê xebatên xwe li Şehba dike û hewil dide ku xizmetkarîya li wir pêşkêş dike.
Berdevkê Ofîsa Têkilîyan ya Kantona Efrînê Mustefa Nebo dorpêça girankirî ya rejîmê xiste çarçoveya nêzîkbûna navbera Şam û Enqereyê.
“Hikûmeta Şamê dixwaze fişarê li ser Rêvebirîya Xweser bike, ev yek di rojeva civînên çar alî yên Rusya, Îran, Tirkîyê û Sûrîyê de bû. Ew dixwazin herêma Şehba ji derbiderên Efrînî vala bibe û ew careke din koçber bin.”
Her di vê derbarê de hin çavkanîyên agahdar dîyar kirin ku hêzên Asayîşa Rêvebirîya Xweser hin rêgirî li herêma Cizîra Rojava sitandine û liv û tevgera rejîma Sûrî li derdora firîngeha Qamişlo asteng kirine.
Hin çavdêr ev gav wek givaştina Rêvebirîya Xweser ya ser rejîmê dibînin ku dorpêça ser herêma Şehba û her du taxên Kurdan yên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefîyê rake û rêya derbazbûna pêdivîyên jîyanê veke.
Nebo, ser vê yekê got ku çêkirina fişara bi vî rengî li ser rejîmê çareserîyeke demkî ye.
“Ya herî guncaw penageha Şehba bikeve jêr çavdêrîya navneteweyî ya NY yan welatên xwedî hêz da ku rewşa derbideran li herêmê ji alîyê wan ve were şopandin”.