Roja Pêncşemê, Serokê Sûrî Beşar Esad General Elî Mehmûd Ebas wek Wezîrê Berevanîyê destnîşan kir.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê SANA, biryarnama erkedarkirina Ebbas weke Wezîrê Berevaniyê bidest xistibû, belav kir.
Alî Mehmûd Ebbas li şûna Wezîrê Bergiriyê yê berê Alî Abdullah Eyûb tê ku ji Çileya 2018an vir ve ew ser karê xwe bû.
Ofîsa Kontrolkirina Samanên Derve ya Wezareta Darayî ya Amerîkayê di Adara 2020an de navê Wezîrê Bergiriyê yê berê yê Sûriyê Elî Ebdullah Eyûb xistibû lîsteya sizayan.
Şopîner bawerdikin ku ev guhertin di demekê tê kirin ku dengê sizakirina rêjîma Sûrîyê li cîhanê bilind dibe.
Ne xasim ku di şerê navxweyî yê sûrîyê ku hîn li dare rêjîma sûrîyê û Artêşa wê ji alîyê rêxistinên navnetweyî weke sûcdarê kuştin û koçberkirina gelê sûrîyê tê binavkirin.
Her wisa vedenga vîdeoya dawî ya ku rojnama gardîyan belavkir ku têde leşkerên sûrîyê komkujîyeke li taxa Tedamun ya Dîmeşqa paytext ku sala 2013 pêkhatibû weşand.
Her wisa raporek ji wîzarete derve ya Amerîka ku li dor sermyanê malpata Esad serokê sûrîyê eşkere kir, ku di navbera 1 û 2 milyar dolar in.
Şopîner Ebidilhelîm Hesen bawerdike ku:
"Beşar Esad hewldide ku fişara sazîyan sivik bike."
Lê li alîyekî din şopîner dibîjin ku nakokîyên navbera Îran û Rûsîya bûye sedema guhertina wezîrê berevanîyê.
Şopîner Dilbirîn Xelo bawerdike ku :
"wezîrê berê yek ji berpirsên komkujîyên derdora Dîmeşqê bû."
Hêjayî gotinê ye ku Abbas çaremîn wezîrê berevaniyê ye li Sûriyê ji destpêka qeyranê di sala 2011an de û ya heftemîn e ji dema desthilata Beşar Esad li Sûriyê.