Rêvebirîya Xweser li ser bûyerên berava Sûrîyê bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku asta şer bilind dibe.
“Evê bibe sedem ku komkujî bi serê gelê me yê Sûrîyeyê de pêk werin. Careke din em banga rawestandina şer dikin û berê xwe bidin dîyalogê," daxuyanîya Rêvebirîya Xweser got.
Loqman Ehmê, Hevserokê Partîya Kesk ya Demokratîk (PKDS), ku beşek ji Rêvebirîya Xweser e, ji Dengê Amerîka re got divê Neteweyên Yekbûyî bi rengekî lezgîn destwerdanê di rewşa Sûrîyê de bike.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafê Mirovan (SOHR) roja Înê ragihand ku hêzên ewlekarîyê 52 xort û mêrên Elewî li bajarokên El-Şîr û El-Muxtarîyê li gundewarê Lazqîyê kuştine.
Rêvebirê SOHR Ramî Ebdulrehman ji Dengê Amerîka re hejmarek vîdyo şandin ku tê de termên kuştîyan li ser erdê komkirî ne.
SOHR got ev kuştîyên Elewîyan in, lê Dengê Amerîka nekarî ew vîdyo piştrast bikaran.
Meyasa navê nerast yê jineke Elewî ji berava Sûrîyê ye. Wê ji Dengê Amerîka re got ku hêzên ewlekarîya Sûrîyê tola mezhebî li dijî Elewîyan dikin.
Lê, Wezareta Navxweyî ya Sûrîyê bi daxuyanîyê ragihand ku hêzên ewlekarî û leşkerî jibo dabînkirina ewlehî û aramîya welat bi rewşê re mijûl dibin û ew şerê dijî bermahîyên rêjîma Esad ya berê dikin.
Bi alîyekî din ve, xwendekara Kurd Şînda Adil li Lazqîyê bi guleyeke çavkorkî hat kuştin.
Şînda ji Qamişlo ye û di beşa Bijîşkî ya Zanîngeha Lazqîyê de dixwend.
Li gor agahîyên ku Dengê Amerîka bi dest xistin ku xwendekarên Kurd li Lazqîye berava Sûrîyê şeva borî heta berbanga Înê di nava pevçûnan asê mabûn.