45 rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên rojnamevanî û saziyên civaka sivîl ku li Sûriyê çalak in, roja duşemê derbarê metirsiya projeya Tirkiyê ya guhertina demografîk li bakurê Sûriyê, banga hişyariyê li Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Yekîtiya Ewropî û hevserokatiya konfiransa Birûkselê, kirin.
Rêxistinên sûrî di nameya xwe de bal kişandin ser amadekariyên Enqereyê derbarê projeya bi navê "vegera xwebexş" ya milyonek koçberên sûrî û bicihkirina wan li herêmên kurdan ên bakurê Sûriyê.
Sazî û rêxistinên ku name îmze kirine, li ser gelek tiştan hişyarî dan, ji wan: metirsiya berdewamiya siyaseta guhertina demografî û karvedanên niştecihkirina milyonek sûriyên ku ne ji pêkhateyên wê herêmê ne.
Her wiha daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku rewabûn û pêgeheke qanûnî nedin pirojeya Erdogan û piştgiriya aborî jê re pêşkêş nekin.
Heveroka komela Mafê Mirovan li Cezîrê Evîn Cuma ji Dengê Amerîka re got :
"pirojeya Turkî ya vegerandina koçberan û bichkirina wan li herêmên kurdên sûrîyê dê şerê navxweyî li sûrî dirêjtir bike û ev piroje guhertineke dîmogarfî ye."
Rêxistinên ku ew name imze kirine Di heman demê de xwestin ku vegera koçberên sûrî divê bê paşxistin, da ku çareseriyeke giştî ji rewşa Sûriyê re bê dîtin, her wiha jîngeheke ewle ji bo vegera koçberan û jiyaneke birûmet ji bo wan bê dabînkirin.
Li aliyekî din rêxistinên sûrî yên ku ew bang kirin di nav wan çavdêrîya sûrî ya mafê mirovan tekez kirin ku deverên jêr kontrola Tirkiyê bûne qada kuştin, talankirin, destdirêjî, û tevliheviya ewlehî, her wiha Tirkiyê bi rêya çeteyên xwe, li pêş çavên cîhanê, avakirina bajarokên bêserûber didomîne.
Ev bang di demekê de ye ku Şeşemîn Konferansa Brûkselê ya Piştevaniya Pêşeroja Sûriyê û Herêmê, di 9 û10ê vê mehê de, li Brukselê li dar dikeve.