Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polisê Swêd: Peqîna di Avahî de Dibe ji Encama Bombekê Be


Dîmenên peqîna li avahiyê Annedal, li navenda bajarê Gothenburg, Swêd.
Dîmenên peqîna li avahiyê Annedal, li navenda bajarê Gothenburg, Swêd.

Polîsê Swêd roja Çarşemê ragihand ku peqîneke bihêz di avahî de pêkhatî û paşî şewat derketî, ji tiştê destpêkê dihat texmîn kirin wêde tire.

Berpirsên Swêd dibêjin, gomana wan heye derbarê peqîna ku bûye sedema birîndarbûna 16 kesan, ku birîna 4an ji wan xetere, dibe ku ji encama peqîna bombekê çê bûye.

Peyvdarê polîsan Thomas Fuxborg got "Teoriya meya sereke hîn jî ew e ku tiştek hatiye teqandin."

Wî herwiha got "Ziyanên di avahi de çêbûne ji texmîna me ya destpêkê xerabtire, jiber peqên di dîwar û banê xanî de çêbûne." Heriwha got "dîwar ji bo aliyê nav de hatine paldan ji ber hêza peqînê."

Weke ajansa Associated Press radigihîne ku peqîn di seat pêncî serê sibeya roja Sêşemê de pêkhat bû li navenda bajarê Goteborg, ku duyemîn bajarê herî mezin yê Swêdê ye.

Ji encama peqînê agir gehişt bû çendîn apartmantan, tîmên agirkuj derhal gehiştin ciyê bûyerê û bi dirêjahiya şevê agir vedimirand û sar kir û ewle dikir.

Polîs roja Çarşemê li bendê bûn ku bikaribin têkevin avahî û dest bi lêkolîna xwe ya edlî bikin.

Ji ber peqînê hin kes yên dixwestin birevin ji pencereyan xwe avêtine. Nexweşxaneya serke ya bajarê Goteborg ji weşana swêdî SVT re got yek ji çar kesên giran birîndarbûne, hêjî li jêr çavdêriya çir de ye.

Peqîn di wî çaxî de pêkhat, dema ku tundûtûjî di nava rêxistinên tawankariyê de li welatên Skandînaviya zêde dibin, mediya Swêd derhal tekez li ser wê kir ku dibe peqîna Goteborg têkilî bi tawankarên hevdij re hebe, lê serokê hikûmeta Swêd Stefan Lofven bi berdewamî pirsa spêkolasyona derheqa peqînê de red kir.

XS
SM
MD
LG