Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Swêdê Radestkirina Hemwelatîyekî Tirkîyê Red Dike


Dadgeha Bilind ya Swêdê daxwaza Tirkîyê ya ser radestkirina berpirsê giştî yê weşanê yê berê yê Today’s Zamanê Bulent Keneş red kir.

Tirkîyê di rojên borî de dîyar kiribû ku bo pejirandina endamtîya Swêdê ya bo NATO divê ew dewlet Keneş radest bike.

AFPê ragihand ku Dadgeha Bilind ya Swêdê gotiye ku Keneş bi awayekî sîyasî tê tawanbarkirin û ew li welêt penaber e, loma jî dadgehê radestkirina wî red kiriye.

Rojnameya Aftonbladet ya Swêdê da zanîn ku dadgeh biryar daye ku Keneş dikare jiber fikrên xwe yên sîyasî li Tirkîyê zilmê bibîne.

Keneş ji medyaya Swêdê re dîyar kir ku ew li benda biryarek wisa bûye, lê dîsa jî ew pir kêfxweş bûye.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di Mijdarê de ji karbidestên Swêdê re gotibû ku Bulent Keneş endamê rêxistina terorî ya FETOyê ye.

Erdogan dabû zanîn ku radestkirina Keneş bo wan pir girîng e.

Hêjayî bîrxistinê ye di rojên borî de Swêdê, Kurdekî bi navê Mahmut Tat radestî Tirkîyê kiribû.

Tirkîyê dîyar kiribû ku Mahmut Tat ne di lîsteya Enqerê de ye, lê ser vê gavê razîbûna xwe ragihandibû.

XS
SM
MD
LG