Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd ji Gotinên Balyozê Rûsya yên Ser Endamtîya NATO Aciz Bûye


Wezareta Derve ya Swêdê îro Çarşemê ragihand ku ewê ser daxuyanîyên wî yên vê dawîyê gazî li balyozê Rûsya li Stockholmê bike.

Wezaretê dîyar kir ku ewê ji balyozê Rûsî ronkirinê ji ser hewildana mudaxeleyê peyvajoya endamtîya Swêdê ya NATO bixwaze.

Swêd û Fînlandîya di sala 2022’yan de, demeke kurt piştî Rûsya Ukrayna dagir kir, serî li NATO dan ku bibin endamên hevpeymanîyê.

Her du dewlet hêvî dikin ku peyvajoya endamtîyê îsal temam bikin.

Balyozê Rûsî di daxuyanîya xwe ya ser malpera balyozxaneyê dîyar kiribû ku endamtîya welatên Skandinavî ya nava NATO wan jibo Rûsya dike armancên rewa.

Hin welatên NATO di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne û karbidestên Rûsî wan welatan bi gurkirina girjîyê tawanbar dikin û dibêje NATO jî di şer de alîyek e.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG