Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevbendên NATO Protokola Ser Swêd û Fînlandîya Îmza Dikin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku 30 hevbendên NATO îro Sêşemê bo endamtîyên Swêd û Fînlandîya protokol îmza kirin ku piştî pejirandina parlamanan her du welat dê karibin bibin endamên tifaqê.

Bi endamtîyên Swêd û Fînlandîya, NATO dê ji salên 1990î vir ve cara pêşî bi awayekî ewqas girîng berfireh bibe.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg di preskonferansekê de, ku bi wezîrên derve yên Swêd û Fînlandîya re li dar ket, dîyar kir ew di kêlîyeke dîrokî de ne.

Stoltenberg da zanîn ku NATO dê bi Swêd û Fînlandîya ji berê xurttir bibe.

Bi protokolê Swêd û Fînlandîya dê karibin beşdarî civînên NATO bibin û ji wê îstixbaratê bistînin.

NATO êrîşa li hevbendeke xwe wek êrîşa dijî temamê tifaqê qebûl dike ku heta Swêd û Fînlandîya tam dibin endam dê bi vê xalê neyên parastin.

Çaverê ye NATO heta salekê bi wê xalê berevanîya Swêd û Fînlandîya bike.

XS
SM
MD
LG