Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swîsre Balyozxaneya Xwe ya li Bexda Piştî 33 Salan Jinûve Vedike


Swîsra Balyozxaneya Xwe li Bexda jinûve vekir
Swîsra Balyozxaneya Xwe li Bexda jinûve vekir

Swîsre îro Sêşemê ragihand ku balyozxaneya wê ya li Bexda ya paytexta Îraqê piştî 33 salan jinûve vebûye.

Balyozxaneya Swîsre ya li Bexda sala 1991an jiber Şerê Kendavê hatibû girtin.

Wezareta Derve ya Swîsre bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ew bi vekirina balyozxaneyê dixwazin ‘’bi wî welatê qelabalix re peywendîyên dualî xurt bikin.’’

Wê wezaretê dîyar kir ku yek ji armancên vekirina balyozxaneyê pêşvebirina hevkarîya ser ewlekarî û koçberîyê ye.

Swîsre di polîtîkayên derve de sîyaseta bê alî dimeşîne ku ew yek jî prensîbên wê yên serekî ye.

Ew welat ji 1815an vir ve hewil dide ku di kêşe û pevçûnên navneteweyî de bê alî bimîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG