Îro Duşemê li parêzgeha Suweyda ya başûrê Sûrîyê, ku piranîya şênîyên wê Durzî ne, Encûmena Leşkerî bi fermî hat ragihandin.
Fermandarê Meclîsa Leşkerî Tariq el-Şûfî ji Dengê Amerîka re ragihand ku encûmena leşkerî wê bibe sîwanek jibo hemû komên çekdar li parêzgehê.
"Armanca meclîsê ew e ku sînorên parêzgeha me biparêze, her wiha xizmeta gelê me bike ku û ji alîyê qaçaxçîyan ve neyê bikaranîn," El-Şûfî got.
Encûmen wezareta berevanîyê napejirîne
Di berdewamîya daxuyanîya xwe de El-Şûfî helwesta xwe ji desthilatdarên nû li Şamê anî ziman.
El-Şûfî got avakirina Wezareta Berevanîyê yek reng e û tevlîbûna serbazên bîyanî yên ku ne welatîyên Sûrîyê ne, red dikin.
"Dema ku li Şamê artêşeke dirust û rast ya niştimanî ava bibe, helbet em niştîmanperwer in, û emê tevlê bibin," El-Şûfî got.
Helwesta Şamê
Di merasîmên ragihandina Encmûna Leşkerî ya Suweyda ala xwecihî ya Durzîyan li kêleka ala Sûrîyê hat hildan.
Heya dema amadekirina vê raporê rêvebirîya demkî ya Sûrîyê derbarê pêşhatên li başûrê welat daxuyanî ne da.
Dengê Amerîka hewil da ku bi berdevkê rêvebirîya demkî peywendîyê bike, lê bersiv nebû.
Nakokîyên komên çekdar yên xwecihî
Li parêzgeha Suweydayê "odeya oprasyonên Hevbeş" û "Odeya Hesim" ku jêr sîwana wan de hejmarek ji komên çekdarên xwecîhî hene.
Herdû hêz têkilîya wan bi Şamê re heye, lê heya niha tevlî wîzareta berevanîyê ne bûne.
Herdû hêz bi daxuyanîyek hevbeş Encûmena leşerkî red kirin.
"Odeya Operasyonên Hevbeş li Suweyda vê encumenê ne rewa dibîne,"Daxyanîya Oda oprasyonên hevbeş got.
Helwesta rêberên rûhî yên Durzîyan
Ta amadekirina vê raporê helwesta lîderê rûhî yê Durzîyan Şêx Hikmet el-Hikemt el-Hicerî ne dîyare.
Lê di daxuyanîya ragihandina Encûmena Leşkerî de hat gotin ku Encûmen bi şêwra û hevsengîya desteya rûhî ya Durzîyan bi nûnertîya Şêx Hikmet Hicerî hat damezrandin.
Adil Mehdî, çalakvanekî sîyasî yê Durzîyan e li Suweydayê, û nêzîkî Şêx Hikmet Hicerî ye, ji Dengê Amerîka re got piştîvanîya lîderên rûhî,û gelerî jibo Encûmena Leşkerî bihêze.
Destêwerdana Îsraîlê li Başûrê Sûrîyê
Parêzgeha Suweyda li başûrê Sûrîyê ye, û ser sînorê bi Îsraîlê re ye, rûniştvanên wê yên Durzî ne û heman malbatên Durzîyên Îsraîlê ne.
Îsraîl roja Yekşemê got ku ew ê hebûna Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) li başûrê Sûrîyê û ti hêzên din ên girêdayî desthilatdarên nû yên wî welatî qebûl neke û daxwaz kir ku ew herêm bêçek bibe.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku Îsraîl dê wek tedbîreke berevanîyê û heta ku pêwîst be, dê cihên xwe li wir biparêze.
Netanyahu di merasîmeke derçûna leşkerî de got "Em rê nadin hêzên HTŞ an jî artêşa nû ya Sûrîyê derbazî axa başûrê Şamê bibin. Em daxwaza bêçekkirina tam a başûrê Sûrîyê li parêzgehên Quneytra, Der’a û Sweydayê dikin."
"Û em ê tehdîdekê li ser mezheba Durzî li başûrê Sûrîyê qebûl nekin," Netanyahu got.
Çavdêr bawerin ku daxuyanîyên serokwezîrê Îsraîlê û ragihandina encûmena leşkerî bi hev girê didin.
Lêkolînerê Navenda Firat ya Lêkolînan, Welîd Çolî dibêje ku helbet destwerdana Îsraîlê di başûrê Sûrîyê de wê neqşeya kontrolê biguherîne.
Helwesta HSDê
Li alîyekî din, alîgirên desthilatdara Şamê ser medya civakî, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi destwerdana li başûrê Sûrîyê tawanbar dikin ku HSDê piştîvanîya damezerandina Encûmena Leşkerî ya Suweyda dike.
HSDê heya neha derbarê vê mijarê de daxuyanî ne daye, lê El-Şûfî Fermandarê Encûmenê banga HSDê kir ku peywendîyan ava bikin.
"Em bi HSD û têkoşîna wan a dijî terorê şanaz in, û banga peywendîyan l gel wan dikin."
Fermandarê Encûmenê El-Şûfî got ji Dengê Amerîka re got ku ew doz li koalisyona navnetwî ya şerê dijî Daişê dikin ku di çesipandina ewlehî û parastina herêma wan ji çekdarên Daişê de, piştevanîya wan bike.
Jibo guhdarkirina li raportê fayla deng vekin