Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ser Êrîşa Sirucê 8 Sal Derbaz Bûn


Nazegul Bahar Poyraz 55 salî bû dayika 4 zarokan bû, kebanîya mala xwe bû. Ji eslê xwe Sewazî bû lê li Stembolê dijîya.

Dema bihîstîye ku jibo zarokên Kobanê alîkarî tê berevkirin, texsîr nakirîye li Stembolê jibo zarokan kinc û pêlîstokan daye hev û bi ciwanan re ketîye rêwîtîya dayîya jîyana xwe.

Ew yek ji qurbanîyên peqîna li Sirucê ye.

Heşt sal bere, di 20ê Tîrmehê de, di sala 2015an de, li bajarokê Sirûcê li Ruhayê endamekî DAIŞ’ê, ku navê wî Şêx Abdurrahman Alagoz bû, di nav xort û keçen ku endamê Federasyona Komelên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bûn, êrîşeke bombeyi ya xwekujî pêk anî û li wir tevî xwe 34 kesan kuşt.

Îro li neh bajarên Tirkîye û li ser gorên 33 qurbanîyan bernameyên bîranînê lidarketin.

Li Sirucê jî nûnerên partîyên sîyasî û rêxistnên sivîl, herwiha parlamenterên Partîya Çepên Kesk beşdarê bernameya yadkirinê bûn.

Di gotaran de balê dan ser prosa hiqûqê û anîn ziman jibo qurbanîyan û jibo malbatan edalet bicî nehatîye.

Keça Nazegul Bahar, Yasemîn Poyraz jî îro li Sirucê beşdarê bîranînê bû. Wê ji Dengê Amerîka re got ku dayika wê jineke pir bi xîret û xêrwaz bû.

''Dayika min piştî rêwîtîyek 15 saetan gihîşt Sirucê û çawa gihîşt, telefonê me kir, kêfa wê pir li cî bû û kelecan bû ku alîkarîyên ku berev kiribû dê bigîje Kobanê. Lê ew bombe me jî sêwî hişt. Dema dayika li Sirucê hate kuştin ew 55 salî, ez jî 31 salî bûm. Mirov di her temenî de ji dayika xwe sêwî dimîne, bi kuştina dayika xwe ez mam di wî emrî de.''

Yasemîn daxuyakirin, jibo doza Siruce ew gelek caran çûye Ruhayê.

''Lê cara yeke ye ez têm Sirucê, hewşa ku dayika min lê hate kuştin. Ez pir xemgîn bûm, hemî pêyv di gewrîya min da bûn girêk, çokê min lerizîn, hêstirê çavê min wekî baranê barîya.Lê ya ku zora min dibe hê jî tu sucdarek nehatîye cezakirin.'’

Wê da zanîn ku Navenda Çanda Amara li navbera du qereqolan e.

''Ka bifikirin, îro dema em hatin li du cîyan li ser me gerîyan, konrola ewlehîyê kirin. Roja ku dayika min wan hatin Sirucê di heft cîyên pişkinîyê da wan derbas kirine. Di wê kontrola zêde de, gelo êrîşkar çawa dikaribûye wan bombeyan bi hêsanî ji heft cîyên kontrol derbas bike?’’ got Yasemîn Poyraz.

Wê destnîşan kir, piştî êrîşa Sirucê li Tirkîye gelek caran di êrîşên DAIŞ’ê da mirin, neha bi sedan malbat jibo edalet bicî were tekoşîneka mezin didin.

Wê got ‘’Li ser vê êrîşê heşt sal na, heştê sal jî derbas bibe em dest ji doza xwe bernadin.’’

Çi bibû?

300 endamên Federasyona Komelên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ku ji çar alîyê Tirkîyeyê hatibûn Sirûcê, dixwestin jibo zarokên Kobanîyê pêlîstokan, alîkarîyên mirovî bibin.

Di dema xwendina daxuyanîyê de endamek DAIŞ’ê, ku navê wî Şêx Abdurrahman Alagoz bû, çenteyê ku tije bombe kiribû di nav ciwanan de li ser xwe teqand û 33 xort û keç hatin kuştin, 100 kes jî birîn r bûn.

Bandora sîyasî ya êrîşê

Di sala 2015’an de cara pêşîn di 5ê Hezîranê da, li Amedê, li ser mîtnînga HDP’ê, DAIŞ’ê êrîş kiribû û 5 kes li wir hatin kuştin.

Lê tê nîrxandin ku êrîşa Sirucê, weke destpêka bidawîkirina ‘Pêvajoa Çareserkirinê’ ye. Jiber ku du roj piştî wê êrîşê li bajarokê Ceylanpinarê 2 polîs hatin kuştin û hate îdiakirin PKKê polîsan kuştine.

Serokomarê Tirkîye Recep Tayîp Erdogan li ser kuştina polîsan gotibû ‘’Em pêvajoa çareserîyê dikin sarincê.’’

3 meh piştî êrîşa Sirûcê, li ser mîtinga Aşitîyê ya HDP’ê, DAIŞ’ê du êrişên mezin kir û 103 çalakvanên aşitîxwaz li wir kuş. Ev êrîşa herî mezin ya DAIŞ’ê bû ku li Tirkîyê pêk anî. Hate eşkerekirin ku yek ji gûmanbarên êrîşa Enqerê Yunus Emre Alagoz e û ew birayê êrîşkarê Sirucê ye.

Her du bira ji bajarê Semsûrê bûn û bi piştevanîya xwe ya jibo DAIŞ’ê bala îstixbarata Tirkîyê jî kişandibûn.

Di sala 2015 û 2016an da li Enqere, Stenbol, Entab, Hatayê DAIŞ’ê heft caran bi bombe û çekan êrîşên mezin kir û bi sedan sivîl kuştin.

Prosesa Hiqûqî Çawa Dimeşe?

2017an da di 5ê Gulanê da yekemin rûniştina doza ‘Qetlîama Sirucê’ li bajarokê Hîlvana Ruhayê destpê kir.

Serdozgerîya Ruhayê, di îdianameyê da digel Alagoz, îbrahîm Halil Durgun û Yunus Durmaz, weke berpirsê êrîşê destnîşan kir. Durgun û Durmaz, li ser Emnîyeta Entabê êrîşên bombeye kiribûn û xwe li wir kuştibûn.

Berpirsê DAIŞ’ê yê sînorê Tirkîyê Deniz Buyukçelebî û Emirê vê rêxistinê Îlhamî Balî jî weke rêvebirên êrîşê hatin nişandan ku hêjayî gotinê ye her du jî firar in.

Digel van navan, gumanbarê serekî yê êrîşa Enqerê Yakup Şahîn, di vê dozê da jî hate dadgeh kirin û di dozê da tenê ew girtî ye. Di Cotmeha 2021'an de ji kuştina van ciwanan, 34 caran cezayê hetahetayê li Şahîn hate birîn.

Hêjayî gotinê ye ku di doza Qetlîama Sirûcê de dadgehkirina gumanbarên firar, Îlhamî Balî û Deniz Çelebî hê jî didome.

Evuqtên malbatên qurbanîyan balê didin ser lêpirsîna êrîşa Sirucê. Ev lêpirsîn, 18 meh bi awayek nepen hatibû birêvebirin. Parêzvanên mafê mirovan û şîrovekarên sîyasî îdia dikin jiber ku lêpirsîneke berfireh û bi bandor li ser êrîşa Sirûcê çênebû, êrîşên DAIŞ’ê li Tirkîyê dewam kir.

Herwiha dibêjin jibo biryarek bi edalet derkeve, divê kesên ku li pişt van êrîşan da ne divê werin tespîtkirin.

Ew bawer dikin ger karbidestên dewletê yên wê demê werin dadkirin, paşxana van êrîşan jî dê ronî bibe.

XS
SM
MD
LG