Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Çekdarên Sûrî Beşdarî Şerê li Ukrayna Bûne?


Hin leşkerên Sûrî yên ser bi hikûmeta Beşar Esad
Hin leşkerên Sûrî yên ser bi hikûmeta Beşar Esad

Di demên dawîyê de hin rapor derdikevin ku çekdarên Sûrî di şerê Ukraynayê de jibo Rûsya şer bikin.

Berdevikê Pentagonê John Kirby roja Sêşemê ji CNN'e re got ku ew bawer dikin ku nûçeyên derheqa beşdarbûna çekdarên bîyanî, bi taybetî yên ji Sûrîyê rast in.

Jêderek ji heremên bin kontrola hikûmeta Sûrî ji Dengê Amerîka re got ku Şam û Moskow bo avakirina komeke çekdar amadekirîyan dikin.

Jêderê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku ev koma çekdar wê ji Ukrayna re were şandin ku bi artêşa re Rûsî şer bike.

"Rejîma Sûrî li devera başûrê Qamişlo li gundên Tilzeheb, Zîban û herwiha li heremên din yên wek paytext Şamê hêzekê çekdar ava dike. Ji kesên ku wê hêzê de cîh bigirin re hatiye gotin ku ewê peymanakê îmza bikin û bo heft mehan herin Ukrayna û mehê hezar dolar bistînin," wî jêderî îdia kir.

Hin çavdêr jî bawer dikin ku agahîyên di derbarê şandina alîgirên hikûmeta Beşar Esad ji şerê li Ukrayna rast in.

Dilbirîn Xelo jî van îdiayana piştrast dike û dibêje ku hikûmeta Sûrî di karê şandina çekdarên Sûrî de bi Rûsya re ye.

Ji alîyekî din ve, hin kesên din jî îdia dikin ku nêta Tirkîyê heye ku çekdarên girêdayî xwe bişîne Ukrayna ku dijî Rûsyayê şer bikin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ya li Bakurê Sûrîyê Înîya borî ragihand ku Tirkîye bi vê armancê li heremê hevdîtinan dike.

"Artêş û îstixbarata Tirkîyê bi lêberên komên alîgirên xwê re, li herêmên Ezaz, Efrîn û li gundewarên bakurê Helebê jimareke civîn kirin ku ya herî dawî jî di 2'yê Adarê pêk hat."

Hêjayî bîrxistinê ye ku berê jî çekdarên Sûrî li Lîbya û Azerbaycanê şer kiribûn.

Dîsa, medyaya Tirk jî di hin nûçeyan xwe de ragihandibû ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hejmarek ji şervanên xwe şandine Ukrayna ku li kelêka Rûsya şer bikin.

Navenda Ragihandinê ya HSD'ê bi daxuyanîyekê ragihand ku ew îdia bi tevahî ji rastî dûr in.

“Ev tenê hewldanên bêhêvî ne ku dixwazin navê hêzên me xirab bikin. Em piştrast dikin ku ev agahî derew in û di çarçoveya hewldanên bê hêvî yên dewleta Tirk ya dagirker de jibo ku zararê bidin hêzên me têne kirin.”

Hun dikarin ji ser lînka jêrîn tevahîya raportê guhdar bikin.

Gelo Sûrî Tevlî Şerê li Ukrayna Bûne ?
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:41 0:00
XS
SM
MD
LG