Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêriya Surî: Bi Dehan Kes li Reqqa û Dêrezur di Êrîşên Esmanî de Tên Kuştin


Saziya Çavdêrî ya mafên mirov li Suriyê roja Şemî 23î Çile ji Beyrut ragihand ku, di êrîşên esmanî de, li Parêzgehên Reqqa û Dêrezur yên ku li jêr kontrola çekdarên Daişê de ne, bi dehan kes hatin kuştin.

Weke Çavêdêrî dibêje li bajarê Dêrezur bi kêmanî 44 kes hatin kuştin û 32 kes li bajarê Reqqa ya ku, weke bingehê sereke û paytexta Daişê li Suriyê tê naskirin.

Heta niha nayê zanîn kanê ev êrîş ji aliyê Firokên Rusî yan yên Hikumeta Surî de pêkhatine.

Wek tê zanîn di civînên Parîs û Davosê de hêzên navnetewî û hevbendiya li dij Daişê bi serkêşiya Amerîka tekez liser kontrol kirina herdu bajarên Reqqa li Suriyê û Mosil li Îraqê kir bûn, ev herdu bajar weke bingehên stratejî yên çekdarên Daişê tên naskirin.

XS
SM
MD
LG