Bi hezaran çekdarên Sûrî ku bi ser rejîmê û opozisyonê ve ne, jibo çûyîna Ukraynayê û tevlêbûna di şerê wê derê de tên amade kirin.
Li gor raporteke rêxistina (Syrians for Truth and Justice), li ser daxwaza efserên Rûsî hêzên ewlekarîya rejîma Sûrî dest bi komkirina navên çekdaran kirine jibo tevlêbûna di şerê Ukraynayê de.
Dor mijarê birêvebirê rêxistinê Besam El-Ahmed got ku: “Bi hezaran çekdaran navên xwe tomar kirine, şertê serke ku ezmûna wan ya şer hebe, ev jî tê wateya ku Rûsya dixwaze wan di şerê kolanan de bi kar bîne”
Li alîyê din anku rexa opozisyonê, raporta rêxistina navborî eşkere dike ku komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve dest bi tomarkirina lîsteyên navên çekdaran kirine û bi taybet yên Turkmenî jibo şandina Ukraynayê, lê ev pêvajo hîn veşartî ye jiber hin sedemên girêdayî Tirkîyê.
Her di vê derbarê de anku şandina çekdarên Sûrî weke nandoz jibo Ukraynayê û egere rûbirûbûna piştevanên wan Rûsya û Tirkîyê di qada Sûrî de, rojnemavan û nivîskar Îdrîs Henan dîyar kir ku, herdu alî di nava têkilî û lihevhatinê de ne, ku bi erêkirina Rûsya, Tirkîyê hebûna xwe li Sûrîyê misoger kiriye.
Henan di wê bawerîyê de ye ku hevsengîya di navbera wan de zûzû dê neyê guhertin û wiha pêde çû:
“Eger hat û şer veguherî rûbirûbûna Amerîka û welatên rojavayî bi Rûsya re, wê çaxê pêkan e Rûsya li Sûrîyê gavekê paşde bavêje, hingê Tirkîyê wê şûnê dagire, lê pêşketine şer li Ukraynayê wê çarenûsa têkilîyên Rûsya û Tirkîyê dest nîşan bike”.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Ukrayna û Rûsya bang li şervanên xwebexş û xwedî ezmûn kiribûn, da ku beşdarî wan di şer de bibin, loma dîsa çav zivîrî Sûrîyê bûbûn ku bi hezaran çekdarên rejîmê û opozisyonê berê li Lîbya û Qerebaxê weke nandoz tevlî alîyên şer bûbûn, ku vê carê Ukrayna dibe qubleta wan.