Medyaya dewletê ya Sûrîyê, SANA radigihîne ku Îsraîl êrîşên xwe yên li Şam ya paytext didomîne.
SANA dîyar kir ku Îsraîlê piştî êrîşên kujer yên do Pêncşemê îro Înê jî êrîşên birine ser herêma Mazzeh ya Şamê.
Li gor ragihandina SANA li nêzî Şamê hin peqîn hatine bihîstin, Îsraîlê êrîş biriye ser ser herêma Mazzahê, lê wê ajansê zêdetir agahî neda.
Îsraîlê ser nûçeya SANA ya derbarê êrîşê ti şirove nekir.
Tê zanîn ku hin çekdarên payabilind yên Hizbullahê û fermandarên Pasdarên Şoreşa Îranê li Mazzehê dimînin.
Medyaya dewleta Sûrîyê roja Pêncşemê ragihandibû ku di êrîşên Îsraîlê de li Mazzeh û Qudsaya 15 kes hatine kuştin.
Îsraîlê ser kuştinan gotibû ku wê êrîş birine ser hin navendên leşkerî û Cîhada Îslamî.
Artêşa Îsraîlê bi salan e li Sûrîyê êrîşan dibe ser navendên girêdayî Îranê û wê artêşê ji gurbûna şerê Gaza vir ve êrîşên xwe yên li herêmê zêdetir kirine.
Jêder: Reuters