Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Amerîka Dê li Sûriyê Bimîne da ku Rê li Çalakbûna DAIŞê Bigire


Avahiyê Pentagon
Avahiyê Pentagon

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka bo karûbarên Rojhilata Navîn Daniel B. Shapiro dibêje, Amerîka dê hebûna xwe li rojhilatê Sûriyê bidomîne û tedbîran werbigire ku rê li vejandina DAIŞê bigire.

Çend demjimêran piştî ku komên serhildayên Sûrî yên çekdar gotin ku wan hikûmeta Serok Beşar Esed hilweşand, Shapiro bang li hemû alîyan kir ku sivîlan biparêzin, nemaze kêmîneyên olî û etnîkî, û rêz li yasayên navdewletî bigirin.

Shapiro ji Konferansa Ewlekarî ya Diyaloga Manama re got. "Em dizanin ku rewşa nepêşbînîkirî li Sûrîyayê dibe ku derfetekê bide DAIŞ ku delîve bibîne ji bo plankirina êrîşên navxwe û derve, û em pabend in ku bi hevparên xwe re kar bikin ji bo berdewamkirina kêmkirina şiyanên DAIŞê."

Shapiro dîsnan got, "Em pabend in bi misogerkirina berdewamiya têkçûna DAIŞê, ji bo misogerkirina parastina girtîgehên ku çekdarên DAIŞê tê de ne, û vegera penaberan."

Heyet Tehrîr el-Şam, ku pêşengiya komên çekdar yên serhildayan dike di pêşveçûnên li rojavayê Sûriyê de, berê bi navê Eniya El-Nusra ya girêdayî El-Qaîde dihat naskirin, lê serokê wê Ebû Mihemed el-Golanî ji El-Qaîde veqetiya.

Hikûmetên rojavayî yên ku bi salan rejîma Esed marjînal kirine, divê êdî biryarê bidin ka dê çawa bi rêveberiyek nû re ku tê de Heyet Tehrîr el-Şam jî tê de tê de desthilatdar e, bike. Ev grûp li seranserê cîhanê wek komeke terorîst hatiye ragihandin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG