Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlê Parêzgeha Heleb Bombebaran Dike


Êrîşên Îsraîlê li Sûriyê
Êrîşên Îsraîlê li Sûriyê

Firokên cengê ku tê guman kirin yên Îsraîlê ne, berbanga roja Înê êrîşî çend deveran li parêzgeha Helebê li bakurê Sûrîyê kirin, di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûn.

Li gor Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), di bombebarana Îsraîlî de, embareke mûşekan ya Hizbulla yê Libnanî li navçeya Cibrîn nêzîkî Firokxaneya Helebê, herwiha kargehên berevanîyê li herêma Sifîrê û gundê Kefercûm, hatine armanc kirin.

SOHR herwiha ragihand ku herî kêm 42 kes di van êrîşan de hatine kuştin, jê 6 çekdarên Hizbullahê ne û 36 ji hêzên rejîma Sûrî ne, ku eger heye hejmara kuştîyan hîn bilind bibe, jiber ku gelek birîndar hene.

Ji alîyê xwe ve ajansa fermî ya Sûrî (SANA) li ser zarê çavkanîyeke leşkerî ragihand ku, "Êrîşeke ezmanî ya Îsraîlî hejmarek xal li gundewarê Helebê kirin armanc, di encamê de kuştî û birîndar di nava sivîl û leşkeran de, herwiha zerarên madî, çêbûn”.

Her di vê derbarê de çavkanîyên xwecihî li bajarê Helebê, ji Dengê Amerîka re piştrast kirin ku derengîya şeva Pêncşemê bi ser Înê ve, dengên pir dijwar li ezmanê Helebê hatine bihîstin,

Çavkanîyan dîyar kir ku “Tê guman kirin ew deng yên bombebarana Îsraîlê û yên bersiva mûşekên berevanîya ezmanî ya artêşa Sûrî bin, herwiha dûman ji devera derdora firokxaneya Helebê bilind bûye”.

Wezareta Derve ya Sûrî jî di daxuyanîyekê de êrîşa ezmanî ku li Helebê çêbûye şermezar kir û got ku, “Ev êrîş binpêkirina qanûnên navnetewî, serwerî û yekparçeyîya axa Sûrîyê ye, ji Konseya Ewlekarîyê tê xwestin ku van êrîşan şermezar bike, pêşî lê bigire û Îsraîlê berpirsyar bibîne”.

Hêjayî gotinê ye ku SOHRê ji destpêka vê salê de, 2024an, 28 êrîşên Îsraîlî li dijî axa Sûrîyê belge kirine, tê de 56 cîh hatine armanc kirin, ku ev êrîşa dawî li Helebê ya herî giran e bi zerarên canî.

XS
SM
MD
LG