Ajasa nûçeyan ya dewleta Sûrîyê, SANA îro Çarşemê ragihand ku Îsraîlê êrîş biriye ser Palmîra ya dîrokî.
SANA da zanîn ku di êrîşê de 36 kes hatine kuştin û pirtir ji 50 kes ji birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê ser nûçeyên SANA yên derbarê êrîşê ti şirove nekir.
Palmîra, ku bajarekî dîrokî ye, di lîsta Mîratên Cîhanê yên UNESCO de ye.
Ew bajar sala 2015’an ketibû destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) û hin eserên wê, berî bajar jinûve bikeve destê artêşa Sûrîyê hatibûn hilweşandin.
Jêder: AFP