Roja çarşemê ajansa Reuters li gur Çavdêriya Sûrî jibo mafên mirov ragihand ku, balifireka cengê ya girêdayî hêzên esmanê Sûrî li nêzîk bajarê Dîmeşq paytexta Sûriyê ketiye xwar bê ku bihê zanîn kanê balefir xistiya xwar yan ji sedema pirsgirêkên teknîkî ketiye xwar.
Balefir li herêma Qelmuna rojhilat ya nêzîkî Dîmeşqê ketiye xwar û çarenivîsa şofêl heta amadekirina vê nûçê nehatiye zanîn.
Dewleta Îslamî di daxuyaniyekê de li ser tora Înternêtê weşand bû ku, çekdarên wan balefirek cengê ya hêzên esmanê Sûrî li Qelmuna rojhilat li bakurê Dîmeşqê xistiye xwar.