Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nerazîbûna Gel li Bajarê Sweyda yê Sûrî Dom Dike


Nerazîbûn li dij biryara hikûmeta sûriyê ya bilind kirina buhayê sotemeniyê - bajarê Suweyda.
Nerazîbûn li dij biryara hikûmeta sûriyê ya bilind kirina buhayê sotemeniyê - bajarê Suweyda.

Roja Sêşemê 22ê Tebaxê bi sedan Sûrî li bajarê Sweyda yê ku piranîya xwecihên bajêr ji pêkhateya etnîkî ya Durzî ne, kom bûn ji bo protestokirina li dijî xirabûna şert û mercên aborî û bilindbûna dawîn ya bihayê sotemeniyê.

Di dîmenên vîdeoyê de ku Reuters'ê weşandine tê dîtin ku girseya gel li Meydana El Sayr diruşme û alayan dihejînin.

Sûriya niha di nav qeyraneke aborî ya kûr de ye piştî ku hikûmetê bexşîna sotemeniyê qut kir û mûçeya karmendan zêde kir, rêkoreke dîrokî ya daketina pereyê Sûrî roja Çarşema borî (16ê Tebaxê) pêkaht, lîreya Sûrî li hember dolarî daket 15,500 lîreyan.

Di destpêka pevçûnên li Sûriyê de sala 2011an de her dolarek Amerîkî bi 47 lîreyan dihat firotin.

Hikûmeta Şamê dibêje qutkirina alîkariya dewletê bo xelkê kêmderamet dê barê dewletê siviktir bike jiber ku niha ketiye jêr barê sizayên aborî.

Hikûmeta Şamê da zanîn ku plana wan ya birîna alîkariyan û bilind kirina mûçeyan tenê dê bandorê li kesên zengîn bike, lê dê bandora wê li ser xelkê din nebe.

Lê gelek ji xwenîşanderan dibêjin ku vê tevgerê rewşa Sûrî ya asayî xirabtir kiriye, yên ku zêdetirî deh sala ne, di nava şerekî de dijîn û niha ji bo peydakirina xwarin û pêdiviyên bingehîn di nav buhabûneka zêde û krîzeke kêmderametî ya kûr de ketine di tengasiyê de.

Xwepêşandan li Bajarê Suweyda Dom Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:51 0:00

Jêder Reuters

XS
SM
MD
LG