Wezareta Ragihandinê ya Sûriyê roja Şemiyê got ku helwest û daxuyaniyên ku ji aliyê mêhvanên tên wî welatî ne helwesta fermî ya desthilatdariya Şamê ne.
Wezaretê destnîşan kir ku helwestên fermî yên hikûmeta Sûriyê "tenê ji aliyê rayedarên fermî û nasnameyên wan yên pejirandî ve derdikevin."
Wezaretê di daxuyaniyê de ku ajansa fermî ya nûçeyan SANA bi rêya hesaba xwe ya Xê weşand, piştrast kir ku "Hemû helwest û daxuyaniyên serdan û beşdarên medyayê yên li hundirê Sûriyê nêrînên xwe yên kesane diyar dikin û ne pêwîste helwesta hikûmeta Sûriyê temsîl bikin. "
Tevî ku wezaretê bi eşkere sedema vê zelalkirinê eşkere nekir be jî, lê piştrastkirina wê piştî belavbûna vîdyoya kurê kesayetiyê oldar yê naskirî Yûsif El Qeredawî li Şamê, ku nerazîbûnek berfireh berfireh di nav Sûriyan de derxist ji ber êrîşên wî yên li ser welatên Erebî.
Ebdulrehman El Qeredawî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî vîdyoyeke xwe ji Mizgefta Emewî ya Şamê belav kir û tê de êrîşî Îmarat, Misir û Erebistana Siûdî dike û wan tawanbar dike ku li dijî guhertina ku li Sûriyê pêk hatiye û ketina Esed ne li gor dilê wan bûye.
Çalakvanê Sûrî Majid Shem'a li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha got, "Mizgefta Emewî ne cihê êrîşkirina li ser ti welatekî ye û ne jî diruşmên biyanî ye."
Çalakvan dibêje "Eger ku tu rizgar kirin û şer bixwazî. kerem bike here tu bixwe bike dûr ji Sûriy. Em niha bo jinûve avakirina welatê xwe kar dikîn , em dixwazîn têkiliyên me bi hemîyan re baş bin, " Majid got.