Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Sûrî Îro Hilbijarinên Parlemanê Pêk Tîne


Beşar Esad dengê xwe dide
Beşar Esad dengê xwe dide

Sûrî yên ku di bin kontrola rejîma Esad de dijîn, îro jibo hilbijartinên parlemanê diçin ser sindoqan, di vê demê de ku danûstandinên aştîyê li Cenevrê jinûve destpê dike.

Navendên dengdanê yên li herêmên bin kontrola hikûmetê, ku yek ji sê axa wî welatî pêk tînin, sibeh zû vebûn.

Çavdêr pêşbînî dikin ku Partîya Baas ya desthiltdar piranîya xwe ya li parlemanê biparêze. Di hilbijartinan de nêzîkî 3,500 berbijar jibo 250 kursîyên parlemanê di nav kêbirkê de be.

Rêberên welatên rojavayî û komên opozîsyona Sûrî hilbijartinan rexne dikin û gavake nerastane bi nav dikin û wek gef li ser danûstandinên aştîyê û agirbestê dibînin.

Kurd ku nêzîkî 20 ji sedê nîfûsa wî welatî pêk tînin bi daxuyanîeke nivîskî ragihand ku ew di hilbijartinên rejîmê de cîh nagirin.

XS
SM
MD
LG