Wezîrê Darayî yê berê Rishi Sunak dibe serokwezîrê nû yê Brîtanya, piştî ku berbijarên din ji pêşbirka bo seroktîya Partîya Konservatîf ya desthilatdar vekişîn.
Sunak, piştî biryarên vekişîna serokwezîrê berê Boris Johnson û Penny Mordaunt, bû serokê Partîya Konservatîf û hevdem tekane berbijarê serokwezîrîya Brîtanya.
Mordaunt, jiber ku nekarîbû piştgirîya herî kêm 100 parlamenterên ji 357 parlementerên heyî bigirta, ji pêşbirka rêbertîya partîyê vekişî. Li ser vê yekê, Sunak bê dengdana parlamenter û endamên partîyê, hilbijartin qezenc kir û bû rêberê nû yê Partîya Konservatîf.
Sunak yek ji wan wezîrên yekê bû ku piştî skandalên hikûmetê yên di serdema Boris Johnson de karvekişîna xwe ragihandibû.
Wî bo seroktîya Partîya Konservatîf bi Liz Truss re ketibû kêbirkeyê, lê di hilbijartinên navxweyî ya partîyê de Truss bi serketî bûbû.
Sunak, ku polîtîkayên aborî yên Truss rexne dikirin, piştî 44 rojan di encama karvekişîna Truss de wek rêberê Partîya Konservatîf hate hilbijartin.
Sunak ku yek ji sîyasetvanên herî dewlemend yê Brîtanya ye, wê bibe serokwezîrê yekê yê Brîtanya ku bi eslê xwe Asyayî ye.
Dîsa, Sunak yê 42 salî wê bibe serokwezîrê herî ciwan yê dîroka nûjen ya Brîtanya.
Li ber e ku Qral Charles III bi lezûbezî erka damezirandina hikûmetê bide Sunak.