Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sullivan Dibêje Ew Ser Pêşnîyara Agirbestê li Benda Bersîva Hamasê Ne


Şîretvanê Ewlekarîya Netewî yê Qesira Sipî Jake Sullivan ji rojnamevanan re got ku ew li benda bersîva Hamasê ya ser pêşnîyara agirbestê ya Serokê Amerîka Joe Biden in.

Sullivan dîyar kir ku ewê bi rêka navbeynkarên Qatarî li benda bersîva Hamasê sekinîne.

Wî bi berdewamî got ku Dîrektorê CIA Bill Bruns wê jibo danûstandinên ser agirbestê li Doha be.

Qatar ser agirbesta Gaza di navbera Îsraîl û Hamasê de navbeynkarîyê dike.

Karbidestên Qatarî do Sêşemê got wan pêşnîyara Biden ya ser agirbesta sêqonaxî daye Hamasê û dîyar kir ku pêşnîyar êdî nêzîkî her du alîyan e.

Hamas, ku ji 2007’an vir ve Gaza bi rêve dibe, do Sêşemî dîyar kir ku heta ku Îsraîl ser agirbesteke mayînde û vekişîna ji Gaza helwesteke zelal nîşan nede ewê ti peymanê qebûl nekin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ku jiber pêşnîyara Biden li welêt bi nêrînên cuda re rûbirû maye, careke din got ku heta ku Hamas pûç nebe ewê agirbesteke mayînde çênebe.

B êrîşên Îsraîlê yên li Gaza, li gor karbidestên saxlemîyê yên pirtir ji 36,000 kesan canên xwe ji dest dane, birçîbûn giran bûye, piranîya xanîyan hilweşîne û îdiayên ser jenosîdê çêbûne ku Îsraîl wê red dike.

Êrîşên Îsraîlê li dû êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê hatin ku li gor karbidestên Îsraîlî di wan êrîşan de 1200 kes hatin kuştin û 250 kes jî dîl hatin girtin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG