Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Silêmanî Xwepêşandanên Dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê Berdewam Dikin


Li Herêma Kurdistana Îraqê îro Duşemê li jimareke bajar û bajarokan xwepêşandanên dijî hikûmetê berdewam dikin.

Di xwepêşandanên li Silêmanî de bi hezaran kes, jiber wernegirtina muçeyan û tunebûna xizmetên giştî herikîn kolanan.

Xwepêşandanên Dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Silêmanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:00 0:00

Nûçehgîhanê me Dilşad Enwer ji Silêmanî ev dîmenên nû ji xwepêşandanên girseyî şandine:

Televîzyona NRT ragihand ku hêzên ewlekarî li Silêmanî gazên rondikrêj bi kar anîn ku xwepêşander ji hevdu cihê bikin û jimareke kes di encamê de birîndar bûn.

Bilî Silêmanî, li Kalar, Ranya, Taqtaq,Çemçeamal, Koye, Rewanduz, Halabce, Said Sadiq û Qaladize û herwiha li taxên Taqiya, Sengeser û Pîramagrûn jî xwepêşandanên girseyî yênj dijî hikûmetê didomin.

Li Pîramagrûn ofîsên Partîya Demorkata Kurdistanê (PDK), Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komala Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtîya Îslamî ya Kurdistanê hatin şewitandin.

XS
SM
MD
LG