Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî (IOM) îro Sêşemê ragihand ku jiber şerê li Sûdanê, zêdetirî 10 mîlyon mirov di nav welêt de derbider bûne û 2 mîlyon jî revîyane derveyî Sûdanê.
Li Sûdanê şerê navxweyî di navbera artêşê û Hêzên Piştgirîya Lezgîn (RSF) yên paramîlîter de, di 15'ê Nîsana 2023’an de, destpê kir ku hîn jî didome.
IOM dîyar kir ku niha bi tevahî zêdetirî 9.9 mîlyon kes li serenserî 18 eyaletên Sûdanê belav bûne. Ev kes li gor pîvanên navneteweyî wek kesên bi darê zorê hatine koçber kirin têne pênase kirin.
“Ji Nîsana 2023’an ve 7.26 mîlyon Sûdanî revîyane. 2,83 mîlyon jî jiber pevçûnên berê koçber bûne," IOM got.
Rêxistina navnetewî herwiha da zanîn ku zêdetirî nîvê derbideran jin in û çarîyeke wan jî zarokên di bin pênc salî de ne.
“Li Sûdanê bi giştî, dora 12 mîlyon kes neçar mane ku malên xwe bihêlin, ku zêdetirî 2 mîlyon ji ser sînoran derbazî welatên cîran bûne, bi taybet Çad, Sûdana Başûr û Misirê, “ IOM got.
Neteweyên Yekbûyî (NY) bi berdewamî hişyarî dide ku Sûdan rûbirûyê krîza herî xirab ya ji derbiderîyê ser asta cîhanê ye, li dema ser dawîbûna şer ti nîşan tune ye û xela li welêt gihiştîyeke asteke metirsîdar.
Hejmara mirîyan jiber şerê navxweyî yê li Sûdanê bi tevahî ne zelal e. Lê li gor Nûnerê Taybet yê Amerîka jibo Sûdanê Tom Perriello, zêdetirî 150 hezar kes mirine.
Komên alîkarîyê û pispor hişyarîyê didin ku pêkan e bi mîlyonan Sûdanîyên din jî bimirin, jiber ku krîza mirovahî xirabtir dibe,
"Li Sûdanê, ji sedî 70’ê kesên bi darê zorê navxweyî koçber bûne niha hewl didin ku di bin xeterîya xelayê de bijîn," IOM da zanîn.
NY dibêje 18 milyon kes niha li Sudanê di nava birçîbûna domdar ya rojane de ne û herwiha 3.6 milyon zarok jî rûbirûyê kêmxwarina domdar in.
Ajansên alîkarîyê dibêjin kêmbûna pêzanînan, ragihandina fermî ya xelayê asteng dike.
Hevdem, NY herdu alîyên şerê navxweyî bi "astengkirina sîstematîk û redkirina bi mebest" ya gihandina alîkarîyên mirovahî tawanbar dike.
Jêder: IOM, AFP