Opozîsyona Sudanî îro Çarşemê pêşnîyara danûstandinê ya artêşa red kir, tevî ku Civata Leşkerî ya Sudanê du roj berê bi awayê tund êrîşî xwepêşandaran kiribû.
Rêberê opozîyonê Medenî Abbas Medenî ji Reutersê re got ku ew pêşnîyara artêşê red dikin.
“Îro Civata Leşkerî jibo dîyalogê em gazî kirin, di heman demê de ku ew li kolanan tirs li nav gelê me belav dikin, Medenî got.
Hevdem, jêderên opozîsyonê îdia dikin ku hejmara kesên ku di tundîya leşkeran de hatine kuştin, giheştiye 101 kesan.