Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

RSF Dibêje Wan Koşka Seroktiya Sûdanê Desteser Kiriye


Bajarê Xartûmê
Bajarê Xartûmê

Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ya nîvleşkerî ya Sûdanê ragihand ku wan roja Şemiyê di hewleke kudetayê ya eşkere de koşka serokatiyê, cihê rûniştina fermandarê artêşê û firokxaneya navnetewî ya Xartûmê xistine bin kontrola xwe.

RSFê ku artêş bi êrîşa pêşî sûcdar kir, her wiha got wan balafirgehên li bakurê bajarê Merowe û El-Obeid li rojava girtine.

Artêşê got ku hêzên hewayî yên Sûdanê li dijî RSF operasyonan birê ve dibin. Dîmenên ji weşangeran balafireke leşkerî li esmanê Xartûmê nîşan dan, lê ajansa Reuters ya ku ev nûçe belav kir nekarîbû bi awayekî serbixwe vê yekê piştrast bike.

Li gelek deverên Xartûmê dengê çekan hat bihîstin û gewahîderan ragihand ku li bajarên cîran jî gulebaran hene.

Rojnamevanekî Reutersê top û wesayitên zirxî yên li kolanan bi cih bûne dîtin û li nêzîkî baregehên artêşê û RSFê dengê çekên giran bihîst.

Bijîşkan diyar kir ku pevçûn li taxên niştecihan rû dane û sivîl birîndar bûne.

Artêşê got ku RSF hewl da li gelek deveran êrîşî leşkerên wê bike piştî dîdevanan ragihand ku li gelek deverên welat gulebaranên giran hatine kirin, ku tirsa pevçûnek berfireh zêde kir.

RSF, ku şirovekar dibêjin hêza wê 100,000 e, got ku hêzên wê pêşî ji alîyê artêşê ve hatin êrîşkirin.

Berî niha RSF bi serokatiya serkirdeyê berê yê milîs General Mohamed Hamdan Dagalo, ku bi navê Hemedtî tê naskirin, ragihandibû ku artêşê baregehek wê dorpêç kiriye û bi çekên giran gulebaran kiriye.

Pevçûnek demdirêj di navbera RSF û artêşê de dikare rewşa ewlehiyê li seranserê welatekî berfireh ku berê bi têkçûna aborî û gurbûna tundûtûjiya eşîran ve mijûl e bi giranî xirab bike.

Partiyên siyasî yên sivîl ên ku bi artêş û RSF’ê re peymana parvekirina desthilatdariyê ya destpêkê îmze kiribûn, bang li wan kirin ku şer rawestînin. Ji aliyekî din ve, balyozxaneyên Rûsya û Amerîka jî banga rawestandina tundûtûjiyê kirin.

Pevçûn di navbera hêzan de roja Pêncşemê derket holê, dema ku artêşê got ku tevgerên vê dawiyê, bi taybetî li Merowe, ji hêla RSF ve neqanûnî ne.

RSFê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çalakiyên serkirdayetiya hêzên çekdar û “hin efseran” êrîşek li dijî hêzên wê ye û armanca wan ew e ku bêîstiqrariyê çêbike.

Gewahîderên bûyerê ji Reutersê re got, roja Şemiyê li Merowe pevçûneke tund hebû.

RSFê roja Şemiyê ev kiryarên artêşê weke "êrîşeke hovane" bi nav kir û divê bên şermezarkirin.

RSF, ku ligel artêşê di sala 2019an de desthilatdariya demdirêj Omer al-Beşîr hilweşand, di nav danûstandinên meha borî de li ser tevlêbûna wê ya artêşê, di bin planeke veguhêz de ku dê bibe sedema hilbijartinên nû, dest bi ji nû ve bicihkirina yekîneyên li Xartûm û deverên din kir.

Hemedtî ji sala 2019an ve cîgirê serokê Encûmena Serwerî ya bi serokatiya General Ebdulfetah el Burhan e.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG