Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

70 Malbatên Kurdên Sûriyê Ji Ber Şer Li Paytexta Sûdanê Asê Mane


Di encama şerê ku roja Şemîyê li paytexta Sûdan, Xertûm, û bajarên derdora wê de derketiye, hejmareke Kurdên Sûrîyê ku li wir dimînin ase mane.

Şerekî giran di navbera artêşa Sudanî û Hêzên Piştevanîya Lezgîn de li Xertûm û bajarên Behrî, Um Derman, Faşir û Niyalayê û hin deverên din qewimî, tê de çekên giran, tank û balafirên şer hatin bikaranîn.

li Xertûmê derdora 70 malbatên Kurdên Sûriyê ku koçberî Sûdanê bibûn, ji ber şerê ku niha diqewime asê mane.

Ehmed Kûtê ku ji Kobaniyê ye û li Xertûmê kar dike, ji Dengê Amerîka re dibêje ku ji ber şerê dijwar balafirgeha Xertûmê ji kar hatiye derxistin û ew nikarin ji malên xwe derkevin.

"Balfirgeh hat girtin, gelek ziyan gihaştiyê, sê balafir şewitîn: yek ya Siûdiyê ye û du jî yên Netewên Yekbûyî ne," wî da zanîn.

Li gorî Kûtê, piraniya malbatên Kurd li Xertûmê ji Kobaniyê ne û heta niha ziyanên canî negiştine Kurdan.

"Heta niha ti kes nêzîkî me nebûye, her kes jî li vir li malên xwe ne, leşker xwe bi xwe şer dikin, hin sivîl li cihên şer bûn qurbanî," Kûtê got.

Arif Mihemed karsazekî Kurdê Kobaniyê ye ku ew û malbata xwe li Xertûma paytext xwedîyê kargehekê ne. Ew niha bi serdan li Qamişlo ye, lê dibêje nêzîkî 20 kes ji malbata wî li Xertûmê di nava şer de asê mane.

"Rewşa malbatên Kurd pir metirsîdar e, bi taybet tirs heye ku ev şer dirêje bike," Mihemed ji Dengê Amerîka re got.

Birêz Mihemed da zanîn ku li seranserê Sûdanê dora 300 malbatên Kurdên Sûrîyê hene ku piranîya wan ji Kobanê û Girê Sipî ne.

Wî got ku Kurd û welatîyên din yên biyanî jiber girtina balafirgehê li Xertûmê asê man û sînorê Misirê dora 1000 kîlometreyan dûr e.

Li gor Komîteya Bijîşkên Sûdanê, ji ber şer heta niha 56 welatî hatine kuştin û 600 kes jî birîndar bûne. Jêderekê ji Dengê Amerîka re tekez kir ku welatîyekî Sûrî jî dema xwest zarokê xwe ji dibistanê vegerîne malê, di destpêka pevçûnan de roja Şemîyê bi guleyên bêserûber hat kuştin.

Neteweyên Yekbûyî û dezgehên din yên navnetewî texmîn dikin ku dora 100 hezar welatîyên Sûrî ji destpêka şerê Sûrîyê sala 2011'an ve li Sudanê bi cih bûne.

XS
SM
MD
LG