Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg li Tirkîyê Berevanîya Êrîşên Dijî Hikûmeta Sûrîyê kir


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg di serdana xwe ya Tirkîyê de berevanîya operasyana Amerîka, Fransa, Brîtanya ya dijî Sûrîyê kir.

Stoltenberg bo amadekarîya Hilcivîna NATO ya li Brukselê, serdana Enqerê kir û bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu re kom bû.

Stoltenberg û Çavuşoglu piştî civînê preskonferanseke hevbeş li dar xist.

Stoltenberg di daxuyanîyê de da zanîn ku civaka navneteweyî divê piştgirî bide qedexekirina çekên kîmyayî û berevanîya êrîşên dijî Sûrîyê kir.

“Rûsya bo vekolîna îdiayên karanîna êrîşên kîmyayî li Duma astengî çêkirine û wekî din ti rê ji hevalbendên NATO re nemane."

Wî bi berdewamî da zanîn ku hevalbên rojava dê dijî karanîna çekên kîmyayî bêdeng nemînin.

"Bo operasyonê gelek sedem hebûn û eger tiştek nehatiba kirin, wê darbeyek li qedexeya karanîna çekên kîmyayî biketa" Stoltenberg got.

XS
SM
MD
LG