Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir ku ew tevgerên Rûsya ji nêz ve dişopînin.
Rûsya xêncî leşkerên li sînorê Ukrayna herî dawî bo hîndarîyê leşker û kelûpelên leşkerî şandibûn Belarûsê.
Stoltenberg li Brukselê da zanîn ku NATO bo zêdekirina leşkerên li rojhilata Ewrupa hazir e.
Wî dîyar kir ku êrîşa gumankirî ya Rûsya dibe ku bi rêkeke cuda çêbe û bal kişand ser êrîşên sîber, hewildana darbeyê û sabotajê.
Sekreterê Giştî yê NATO got ku ew bo dîyaloga sîyasî hazir in û da zanîn ku ger Rûsya pevçûnê bixwaze ew bo wê jî amade ne.